1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Jenosîda "SEYFO" û pêşniyaza Sebahat Tuncelê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Jenosîda "SEYFO" û pêşniyaza Sebahat Tuncelê

A+A-

Min serpêhatiya pîrejina Suryanî Werdê xwendibû û ji dostên nêz bihistibû. Çîroka koçberiyê, di dema zaroktiyê û piştî jenosîda "SEYFO", ji herêma Torê dirêjî aliyê Suriye, Lubnan, Ewropa û Emerîkayê dibe. Wersiyona ez zanim, wisa ye:

"Ferman ji Stenbolê hat. Sultan Evdilhemîd binav kir, Jon turkan plan danî û pêk anîn. Hinek ji kurdên nezan jî dane pey wan. Ji holê rakirina Mesîhiyan bû armanca wan. Pêşî Ermenî û paşê Suryanî. Sala "Şûr", anku "SEYFO"yê ewrên reş û tarî girtibû ser herêma Tora Evdînê. Kûlîlkên berrî di bin nigên hespan de mabûn. Hevaltî û cîrantiya nav çandên herêmê ya bi sedan salan cihê xwe da fitû û fermanên qirqirin û talan kirinê. Kûştina Mesîhiya, revandina jin û keçên wan, talankirina mal û milkê wan helal kirin. Çal, ji cendekan hatin dagirtin. Oldarên Mesîhî, li zindana Amedê bi saxî, berdidan nav ava kelandî. "Çiyayê evdê Yezdanê dilovan", Turabdîn, xaka pîroz û bext xwestinê, bû meydana bêbextî û qirkirinê."

"Dengê şexekî kurda bilind dibû. Qirkirina Mesîhiyan û talankirina malê wan heram e, digot. Xelkê Dersimê deriyê xwe vekirin. Gelek Xaçparêz bi xêra wan ji mirinê rizgar bûn. Lê bi 10 hezaran kes hatin kûştin, xwîn mîna avê herikî û cendek bi rojan li erdê man."

"Me xwe li gundê serê zinêr girt. Dîwarê dora wê bilind û bi ewle bû. Li mala Yezdan, li dêrê (klîse) bi cîh bûn. Dora me pêçan ji sê aliyan. Nan û ava me kêm dibû û qîre qîra zarokan tevlî teqîna tivingan dibû. Ji derve ber û agirê luleyên çekan di laşê me de diteqiyan, li hundir birçîbûn û tîbûnê em bê taqet xistin. Zarok li ber çavê me diferfitîn."

"Şevek nîvê şevê em derketin rê. Mirin, luleyên agir û siwarî di taqîbatê de bûn. Sînorê îro yê Suriyê li du me ma. Heleb û Lubnanê cihên felatê ye, digotin. Em bûn penaber li welatên Ewropa û Emerîkayê."

"Li welatê xerîbiyê, xwarin, vexwarin, rehetî û mecalên piralî têr nakin ku gundê xwe jibîra bikim. Ez rojekê jî li vir nejiya me. Li welêt im, di xewnên xwe de. Vedigerim dema zaroktiyê. Gundê bav û kalan. Bi hevalên xwe re li binya gund dilîzim. Ji kûlîlkên berrî û pîvokan keziyan dihunim. Peyva birçîbûnê nayên bîra min. Weke herdem, perçeyek nanê tenûrê yê germ di nav goştavê dadikim, bi heyecanek mezin diçim nav hevalên xwe û ji devera maye lîstika xwe didomînim. Ez naxwazim bibe sibe û ji xew şiyar bim. Herdem di xew de bim û bi xewnên dema zaroktiyê hilma dawî bidim, dixwazim."

Çîrok wisa diqede. Belê, ev tenê wêneyek ji jenosîda "SEYFO" ye. Min li gelek serpêhatiyên wisa guhdarî kiriye, xwendine. Seyfo kilamek e. Tê zanîn lê belav nebûye. Serpêhatî, bi rondik, êş û xemgîniyê barkirî ye. Hêvî hene ji bo pêşerojê. Seyfo êş û eyba mirovahiyê ye. Ev sucê mezin yê însanetiyê divê neyê jibîr kirin. Da ku nema Seyfo bibin û hêstirên dayikan nema biherikin.

Berî niha parlamentera HDP Sebahat Tuncel pêşniyazek ji bo nasîna qirkirina ermeniyan, parastina mafê wan û hin buyerên din, dabû meclîsê. Lê navê Suryaniya û qirkirina "SEYFO" tê de derbas nedibû. Gelek kesên Suryanî xemgîn bûn. Çima Tuncel Xanimê şaşîtiyek wisa kir û jenosîda "SEYFO" nehat bîra wê, nayê fêmkirin. Hêvîdar im Sebahat Xanim şaşîtiyê bibîne, ser rast bike û dilê me û yê Suryaniyan xweş bike...

 

 

Bu yazı toplam 898 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.