1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Ji awira "Hiquqa Navnetewî" ve bûyera Kobanî û qelsiya dewletên hevkar
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Ji awira "Hiquqa Navnetewî" ve bûyera Kobanî û qelsiya dewletên hevkar

A+A-

Raporên istixbarata welatên cewaz derbarê "IS"ê-Dewleta Îslamî, pir eşkere nîşan didin ku, beşek ji rêvebirên "IS"ê, penaper in, ji Ewropayê çûne, hemwelatiyên wir in, lê ne nijad ewropî ne. Bêhtir, ji aliyê Balkan, Nîvgirava Ereban û hinek ji welatên efrîkî hwd ne.

Di nav wan de, hejmarek kes bi karê krîmînel mijûl dibûn û li malbatên bi problem mezin bûne. Ji aliyê teknîkî û zimên ve zîrek in. Lê hişk in, hîs û mêjiyên wan, ji wijdan, tirsa Xwedê, hîsên însanî û rêzgirtina hiqûqê, şûştî ne, pir xirab û bêbext in. Normên olî û mirovahiyê, li gorî berjewendiyên xwe şirove dikin.

Bi şêweyekî din ku mirov bêje, beşek rêvebirên "IS" ê, krîmînelên dûhî bûn û ew îro li başûr û rojavayê Kurdistanê buyerên ekstrêm dikin û rêve dibin. Terorîzmek nû bi şîdetek nebinavkirî û bêpîvan, bi riya tehdît, îşkence, hovîtî, revandin û dest avêtina keç û jinan, bikar dihênin. Lewra her êrîşek xwînrijêr, niqaşên nû, ji aliyê "hiqûqî", xurtkirin û hevkariya "şerê taybetî li dijî IS ê" dihêne rojevê.

Di çarçoveya "Hiqûqa Navnetewî" de êrîşa Kobanî

Di êrîşa "IS" ê li dijî Kobanî, du (2) sucên cidî hatine kirin:
1- Sucê Şer.
2- Sucê Mirovahiyê (jenosîd jî cihê niqaşê ye).

Bi taybetî piştî Şerên Cîhanê ên Yek û Duwê, bi milyonan mirov hatin kûştin. Jenosîdên mezin, bi zanatî û plankirî hatin pê. Peymanên şer û însanî, bersiva demê nedidan. Statuyek Navnetewî (hiqûq û dadgehek serbixwe) ku serdewletî be, dadgehek karîbe sucdarên şer û jenosîdê derîne holê, wan bide girtin, dadgehkirin û cezekirin, tune bû. Dawiya şerê duwê hinek gav hatin avêtin.

Peymanên mîna La Haye (1907), Cenewrê (1949 û protokolên 1977 an pê ve girêdayî) û Statuya Romayê (1998), normên însanî dide şerê navbêra du aliyan. Rê li ber hişkiya zêde û hovane digre. Parastina can û malê sivîlan esas digre. Muameleya xirap li dijî êsîran qedexe dike. Êrîşên li dijî xebatkar û cihên karê însanî dikin (Xaça Sor ûhwd) û nexweşxaneyan napejirîne. Mixabin, peymanên hebûn têr nedikirin ku hovîtî raweste. Piştî pejirandina Statuya Romayê (2002), "Dadgeha Navnetewî a Cezekirinê- ICC" ava bû û wê, ne tenê sucên şer, her wiha, li sucên mirovahiyê û jenosîdê jî nerî.

Di dema şer an aştiyê de, êrîş û kûştinên bi zanatî, plankirî, li dijî etnîkî, olî, netewî, nijadî, dikeve katogira sucê mirovahiyê. Bi taybetî kûştina sivîlan, qategoriya Sucê şer jî dihêne rojevê. Eşkere û zelal e, êrîşa Kobanî, bi armanca kûştina Kurda û zanatî hatibû plankirin. Bi giranî berê wê li sivîlan bû. Lewra hêzên ”IS”ê bi du sucan, Statuya Romayê binpê dikin û tawanbar in.

Divê hiqûqnasên Kurd, ji bo peydekirina delîl û pêşkêşkirina raporên bo "ICC"ê û taqîbata dawê, kar bikin. Û qonaxa hiqûqî li dijî ”IS”ê û hevkarên ”IS”ê, dest pê bibe. Jibîr mekin: Bi qasî dadgehkirina sucdaran, mahkûmkirina êrîşê û biryara ”ICC” jî giring e.

Qelsiya dewletên hevkar

Berî, mirov qala qelsiya dewletên hevkar di bûyera Kobanî de bike, divê qala kêmasiya Hêzên Parastina Gel-HPG jî bê kirin.

HPG û Peşmerge, ji bo azadiyê, hêviya gelê Kurd in. Mîna perçeyên dilekî ne. Bi kêmasiyên wan, em dihêşin û serkevtina wan serbilindiya me ye. Lewra, qalkirina kêmasiyên wan û rexnekirina erênî, ji bo pêşketina wan giring e.

Kontrola bajar û cihên di destê hêzên Kurdan, ji aliyê ewlekariyê, kurbûna îstîxbaratê, raçavkirina neyaran li ser sînoran, giring e. Buyera Kobanî de, ji awira ewlekariyê ve qelsî hene û divê kêmasî bibe cihê lêkolîn û lêpirsînê. Ders jê bê girtin. Da ku heman kêmasî li cihên din dubare nebe.

Emerîka û hejmarek welatên din, li dijî ”IS” ê tifaqek xwe heye û şerek cidî dikin. Kontrol û raçavkirina sînorên Iraq, Îran, Suriyê û Turkiyê ji esmên ve, bo wan hêsan e. Lê di êrîşa Kobanî, ji aliyê îstîxbarata esmanî ve sistiyek xuyanî dike. Bûyera Kobanî nîşan dide ku kêmasiyên hêzên hevkar jî heye. Hevkariya tifaqê bi kurda re, divê xurtir bibe. Perwerdekirin û tekûzkirina hêzên kurda ji aliyê teknîka satelît, raçavkirin û taqîbata sînoran û hêzên ”IS” ê ji erd û esmên ve, giring e. Hêzên Kurda karîbin, berî êrîş were ser wan, cihê hêzên neyaran binasin û hilweşînin.

Garantiya demokrasiyê û parastina mafê mirovan li herêmê, bê Kurda nabe. Divê Kurd li Kurdistanê bihêztir bibin. Alîkariya aborî, çek, teknîk û piştgiriya siyasî bidin Kurda. Jibîr nekin: Serkevtina hêzên hevkar li Rojhilata Navîn, bi hêzbûna statuya Kurda a siyasî mûmkûn e. 

 

 

Bu yazı toplam 805 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.