1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Ji bo Kurdên Anadolê hişyarî
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Ji bo Kurdên Anadolê hişyarî

A+A-

Kurdên Anadolê bêhtir li Stenbolê, Izmîrê, Antalya û Anadola Navîn, li derûdora Enqerê û Konyê dijîn. Gelek bajar û bajarokên din weke Manîsa, Bursa û hwd din jî Kurd pir in. Lê li ser sînorê Turkiyê û bakurê welêt, li hêla Edenê, Mêrsîn û Koçgiriyê (Qoçgiri) jî hejmarek mezin heye.

Ji ber sedemên çûn û hatinê, valakirina cîh, surgunkirin, qedexe, asîmîle, şertên jiyanê û faktorên din, tixûbê nav turk û kurda û hejmara kurdên Anadolê, ne diyar in. Li ser pirsê şiroveyên hene, texmîn in.

Beşek baş ji Kurdên Anadolê ji dema Osmaniyan ve li wir dijîn. Hinek bi xwe çûne û li wir bi cîh bûne. Komên cewaz, serbixwe an ji eşîretên kurda, di demên guhertî de, ji bo taciriyê, peymanên bi osmaniyan re, xwedîkirina sewêl û erd rakirinê, li wir bi cîh bûne.
Piştî avabûna komarê hetanî dema me, ji bo bazirganî, kar û pirsên civakî çûna ber bi bajarên Anadolê berdewam kiriye.

Hinek ji Kurda, dema Osmanî û avakirina komara Turkiyê, piştî serhildanên kurda hatine surgûnkirin û li hêla Anadolê bi cîh kirine. Piştî avabûna komara Turkiyê, bi taybetî cunta 80 î û hetanî dema me, ji ber şîdeta dewletê li dijî xelkê, xirakirina gunda, xelk bi malbatî pêşî li bajarên welêt, paşê ji wir jî barkirine û çûne aliyê Anadolê.

Kurdên Anadolê, eleqatên xwe bi kurdên welêt re kêm zêde heye, qût nebûye. Li wir xwedî kar in, xanî ne, di nav civatê de xwedî gotin û cîh in. Dewlemendên wan pir in. Zarokên wan xwendine û di karên cewaz de xwedî kariyêr in.

Ew jî, mîna kurdên welêt, ne yek rengî ne. Ji hêla siyasî ve, pir rengînbûn, bi bandor e. Hemû hêzan, di nav partiyên turk, kurd, pro kurd de cîh digrin û xwe îfade dikin. Di dema hilbijartinên demokratîk de dengê xwe didin wan. Di rêvebiriya partiyan de cîh digrin.

Di nav kurdên Anadolê de, xwedîderketina li zimanê kurdî herdem hebûye. Bi taybetî jinên kurd, zimanê xwe parastine û zarokên xwe bi zimanê kurdî mezin kirine. Çanda kurdî zindî ye. Kurdayetî, xwe nasîn, ji salên 80 î ve, lixwevegerek cidî heye. Sal bi sal ev alî xurtir dibe.

Lê hinek ji kurdên Anadolê ketine ber pêla asîmîlê û bandora dîroka fermî, dinanên sîstema dewletê. Her çiqasî wiha bibe jî, hinek ji wan bi hêsanî qala nijada xwe û kurdbûyinê dikin.

Ji sala 80 î pê de, nasyonalîstên turka, formê netehemûlî û netoleransa li dijî kurdên Anadolê dane guhertin. Berê bi mêjî û dev bû. Niha eşkere, li derve, li nav xelk û alîgirên xwe dibêjin. Bi taybetî dema şer û tekoşîna Kurda gur û xurt dibe, neteweperestên turk, hevalbendên xwe û xelkê turk li dijî kurdên Anadolê sor dikin. Provakeyên mezin li bajarên Anadolê dihênin pê û êrîşê dibin ser kurda. Mirovên kurd jiyana xwe ji dest didin, brîndar dibin...

Çend roj berê, serokê MHP ê Devlet Bahçeli beyanek xirap derbarê HDP ê û dengdarê partiyê da. Serokê HDP ê jî bersiv da. Lê ev nayê wê wateyê ku her tişt xilas bû. Beyanê wisan, zemînê ji nasyonalîstên ekstrêm re amade dike ku, li derveyî hiqûqê tev bigerin. Şîdet û hişkiyê bikar bihênin.

Pir giring e ku kurd bi giştî, bi taybetî jî kurdên Anadolê li hemberî provake û lîstikan şiyar bin. Divê kurd bi erzanî nebin qûrban. Hay ji xwe û hev bikin. Baştir organîze bibin. Tenê negerin. Tedbîrên pêwîst, yekser û bi tesîr, ji bo xwe, kesên din bigirin. Dema pêwîst be, bişêwirin, zû bicivin û biryarên kolektîf bidin.

 

Bu yazı toplam 584 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.