• Diyarbakır7 °C
  • Batman5 °C
  • Mardin3 °C
  • Bingöl4 °C
  • Bitlis-1 °C
  • Elazığ4 °C
  • Erzincan1 °C
  • Şanlıurfa9 °C
  • Erzurum-3 °C
  • Ağrı-5 °C
  • Gaziantep8 °C
  • Hakkari-1 °C
  • Muş-1 °C
  • Siirt4 °C
  • Van0 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ji DEDAŞ daxuyaniyeke 'aloz'
11 Aralık 2013 Çarşamba 08:24

Ji DEDAŞ daxuyaniyeke 'aloz'

Welatiyên li bajaroka Tilelek û gundê Akoren Pucuk ên girêdayî navçeya Sûrê dijîn li hember elektrîka ku meheke timî qut dibe nerazîbûn nîşan dan.

AMED - Li navend, navçe, bajarok û gundên Amedê di van mehên dawî de ji ber timî elektrîk qut dibe welatî bêzar bûne. Têkildarî qutkirina elektrîkê ku sala borî ji ber nerazîbûnan veguherîbû çalakiyên kolanan, saziya têkildar li şûna çareseriyan "bikaranîna elektrîka qeçax" wek sedem nîşan dide û bi vî awayî neçaresiyê kûrtir dike. Li bajaroka Tilelek û gundê Akoren Pucuk ku timî elektrîk qut dibe, jiyanê felc dike û ji ber vê xizmeta tenduristiyê û pêdiviya avê jî di aliyê neyênî de bandor bûye. Rayedarên DEDAŞ'ê yên bi dehan caran welatî serî li wan dane, parlamenterên Amedê yê AKP'ê Cuma Îşten û Galîp Ensarîoglu jî tenê gel guhdarî kirine û heviyê cihê xwe ji nerazîbûn û bertekan re hiştiye. 

'Ma me kengî xêr ji dewletê dît!'

Yek ji welatiyê ku li bajaroka Tilelek dijî Kudret Karacadag (60) bi bîdonê di destê xwe de ku hewl dida ji tankerê avê ji xwe re bibe got, "Li halê min binêrin! Bila hurmetê ji temenê min re bigirin. Em di tariyê de ne. Elektrîka ku diçe û tê dînamoyên me xera kir. Dema hilbijartinan em tên bîra wan. Ma me kengî xêr ji dewletê dît."

'Ji ber elektrîk qut dibe derman xera bûn'

Doktor Salih Tekîn jî diyar kir ku ji ber elektrîk nîn e nikarin li Ocaxa Tenduristiyê ya Ozeklî nexweşan tedawî bikin û wiha axivî: "Herî dawî aşiyên me xera bûn. Me çend caran daxwazname da Qeymeqam û DEDAŞ'ê gotin, 'Em ê hal bikin', lê me tu encam wernegirt." 

Kurt: Gelo yên dengên xwe didin BDP'ê bi qutkirina elektrîkê tên tehdîtkirin?

Muxtarê Taxa Yunus Emre ya bajarokê Tilelek Huseyin Kurt jî da zanîn ku ji ber elektrîka voltaja wê kêm nikarin televîzyonê jî vekin û tevî gilî û gazincên xwe ji DEDAŞ, parlamenterên AKP'ê yên Amedê Cuma Îşten û Galîp Ensarîoglu re ragihandine jî gotine "Temam wê pirsgirêka we çareser bibe" lê ev nêzî mehekê ye bi heman rengî ye. Kurt nerazîbûn nîşanî namzetê AKP'ê yê Şaredariya Mezin Amedê Galîp Ensarîoglu da û ev xusûs diyar kir, "Sedema ku em îro di vê rewşê de ne AKP ye. Êdî saziyên pêwendîdar ên ji bo pirsgirêka elektrîkê em li wan digerin, bersivê nadin telefonên me."

'Li cihê elektrîk çêdibe em bê elektrîk in'

Wekîlê Şaredarê Tilelek Mehmet Taylan jî der barê mijarê de wiha got, "Ji ber me dengên xwe dane BDP'ê ji aliye hikûmetê ve mîna em tên cezakirin. Welatên herêmê dibêjin, 'Gelo bi qutkirina elektrîkê me ceza dikin? Ma elektrîkê wek amûreke siyasî bi kar tînin?' ji ber li cihê elektrîk çêdibe em bê elektrîk in."

DEDAŞ'ê pirsgirêk bi sedema voltaja kêm ve îzah kir

Midûrê Giştî yê DEDAŞ ê Amedê Ahmet Seîd Akboga, berevajî niştecihên herêmê diyar kir ku 5 roj in elektrîk qut dibe û di demeke kurt de wê pirsgirêkê çareser bikin. Akboga axaftina xwe wiha domand: "Ji bajarok zêde gazinc nîn in. Dîsa pirsgirêka avê û ya ocaxa tenduristiyê ji ber voltaja kêm e. Berpirsiyarê vê TEÎAŞ e." 

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim