1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Ji Hewlêrê serpereştiya xwepêşandanên Enbar dikin
Ji Hewlêrê serpereştiya xwepêşandanên Enbar dikin

Ji Hewlêrê serpereştiya xwepêşandanên Enbar dikin

Piştî ku hefteya borî hêzên Swat ên ser bi ofîsa Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî êrîşî çadirên xwepêşanderên Enbar kirin û parlamenter Ehmed Elwan girtin, ku yek ji rêberên xwepêşandanên Enbar bû, serkirdeyên din ên xwepêşandanan hatin Hewlêrê.

A+A-

(Navenda Nûçeyan)

HEWLÊR - Hinek ji wan serkirdeyên xwepêşandanan ku hatine Hewlêrê li otêlan dimînin û hinekan jî ligel aîleyên xwe xanî kirê kirine. Ew serkirde ji hewlêrê serpereştiya çalakiyên sivîl ên li parêzgehên xwe dikin. Di vê derbarê de Berdevkê Encûmena Xwepêşandanên Enbar Şêx Mihemed Teha ji BasNewsê re got: ‘’Me careke din çalakiyên xwe yên li Enbar û Felûce dane destpêkirin û roja îna dahatû emê li meydana nerazîbûnan a Rûmadî nimêja bikom bikin.’‘

Şêx Mihemed ew yek jî piştrast kir ku hikûmeta İraqê ambargo daniye ser parêzgeha Enbar û beşeke zêde ya şêniyên Felûce mal û milkên xwe bicîh hiştine û wiha axifî: ‘’Bi sedan aîle jî ji tirsa bombardimanên hikûmeta İraqê koçber bûne û beşeke zêde ya wan malbatan hatine Hewlêrê ji tirsa têkçûna rewşa ewlekariyê.’‘

Munîr Ubeydî jî ku yek ji rêberên Sune yên İraqê, ji BasNewsê re got: ‘’Nêzîka du mehan dibe ligel malbata xwe li Hewlêrê bicîh bûme û em spasiya desthilatdarên Herêma Kurdistanê dikin ku piştgiriya dosya Suneyên İraqê dikin.’‘

Li gor agahiyên BasNewsê, niha aîleyên piraniya berpirsên Sune li Hewlêrê bicîh bûne û ew berpirs jî li Bexda, Enbar û Mûsil karên xwe dikin.

Bu haber toplam 560 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.