1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Ji Kobanê banga alîkariyên lezgîn
Ji Kobanê banga alîkariyên lezgîn

Ji Kobanê banga alîkariyên lezgîn

Komîteya Xizmetan a girêdayî Desteya Bilind a Kurd li Kobanê alîkarî li koçberên ku ji ber şer û pevçûnan ji Cerablus û Minbicê koçî Kobanê kirinbûn, belav kirin.

A+A-

KOBANÊ- Di her dû rojên dawî de ji ber şerên dinav bera DAIŞ û komên opozîsyona Sûriyê li Cerablus û Minbicê bi hezaran kes koçî Kobanê kirin. Li ser koça zêde Komîteya Xizmetan kete nava tevgerê û li gorî derfetên xwe alîkariya koçberan kir. Alîkariyên ku komîteyê li koçberan belav kir, ji pêdiviyên jiyanî yên wekî betanî, berg, şîrê zarokan, birinc, şekir, zêt, çayê û savar pêk dihatin. Di çarçoveya alîkariya bi koçberan re zêdeyî 40 malbatî alîkarî wergirtin, ji ber ku depoyên komîteyê ji alîkariyan vala bûne, komîteyê nikari bû alîkarî  bide bi dehan malbatên ku pêdiviya wan a lezgîn bi alîkariya heye.

Endamê Komîteya Alîkariyan Muslim Muslim diyar kir wan alîkariyên lezgîn li Koçberan belav kiriye, lê ji ber ku depoyên wan vala bûne nikarin alîkarî bidin koçberan.

Muslim, destnîşan kir ku jiber rêyên diçin bajarên Sûriyê yê din ji aliyê çeteyan hatiye girtin û Tirkiyê jî sînorê xwe girtiye, depoyê wan yên alavên alîkariyê vala bûne. Muslim, bang li hemû sazî û dezgehên mirovî kir ku alîkariya lezgîn ji hezaran koçberên ku li Kobanê bi cih bûne bikin.

Rojavaya Kurdistan piştî şer li bajarên Sûriyê dijwar bû, biye cihê stara koçberan û niha bi hezaran koçber di rewşên nebaş de têkoşîna jiyanê didin.

(anha)

Bu haber toplam 715 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.