• Diyarbakır25 °C
  • Batman25 °C
  • Mardin21 °C
  • Bingöl19 °C
  • Bitlis16 °C
  • Elazığ23 °C
  • Erzincan18 °C
  • Şanlıurfa25 °C
  • Erzurum15 °C
  • Ağrı17 °C
  • Gaziantep21 °C
  • Hakkari15 °C
  • Muş16 °C
  • Siirt23 °C
  • Van19 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ji YPG’ê fermannameyeke 3 xalî
17 Aralık 2013 Salı 13:30

Ji YPG’ê fermannameyeke 3 xalî

Di fermannameyeke ji bo hemû tabûr û tugayên xwe de, Fermandariya Giştiya YPG diyar dike ku kesên di bin 18 salî re ji bo leşkeriyê nayên wergirtin û yên ku rêziknameyê binpê bikin, dê bên darizandin.

Navenda Nûçeyan (Rojava) - Di fermannameyê de ji tabûr, tugay û cihên serlêdanên YPG’ê li hemû bajar, navçe û gundên Rojavayê Kurdistanê hate xwestin ku li gor benda 2’an a madeya 5’mîn a rêziknameya YPG’ê  ku 'Qedexeye kesên di bin 18 salî re tevlî YPG’ê bibin' tev bigerin.

Di fermannameyê de wiha tê gotin: ‘‘Kesên van mandeyan binpê bikin dê li gorî benda 3’an a madeya 5’an û benda yek a madeya 18’an sewqî dadgeha leşkerî bên kirin.‘‘

Bendên rêziknameyê wiha ne:

*Benda 2’an a medeya 5’an: Hemû welatiyên Suriyê yên ku 18 saliya xwe derbas kirine û rêziknameya YPG’ê qebûl dikin piştî serlêdanê û sûndxwarinê dikarin tevlî YPG’ê bibin.

*Benda 3’an a madeya 5’an: Hemû endamên YPG’ê yên ku zagonên şer pinpê bikin û rêxistinê derbas bikin, dê li gor biryarên fermî ji endametiya YPG’ê bêne avêtin. Herwiha kesên ku taybetmendiyên YPG’ê têde peyda nebin dê ji endametiyê bên avêtin.

* Benda 1 a madeya 18’an: Sûcên Şer şaşiyên herî mezin e û kesên wî karî bikin dê bêne dadgeh kirin.

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim