Jin ji bo aştiyê meşiyan

Jin ji bo aştiyê meşiyan
Endamên KJA'yê bi boneya operasyonên leşkerî, girtin, binçavkirin û êrîşên leşkeran ên li dijî gelê kurd pêş dikevin şermezar bikin, meşa meşaleyî pêk anîn.

 

MÊRSÎN -  Piştî meşê endama KJA'yê Maşallah Nas, bang li malbatên leşkeran kir û xwest bi hevre bibin parazvanên aştiyê. 

Endamên KJA'yê û dayikên aştiyê, bi boneya operasyonên siyasî û leşkerî yên li Kurdistanê pêş dikevin şermezar bikin, meşa meşaleyî ya aştiyê pêk anîn. Girseya ku li ber avahiya HDP'a Toroslarê kom bûn û pankarta “Jin bêdeng namînin. Em bi we şer nadin kirin" vekirin û siloganên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Aşitî”, “Ji şer re ne, aştî hema niha" berz kirin heta Kolana Pazarê meşiyan. Jin heta Dibistana Alsancak Liyonsê meşiyan û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Di meşê de polîsan bê navber girse tacîz kir û got "Hûn siloganan berz bikin em dê mudaxale bikin" Di meşê de parlamentera HDP'ê ya Mêrsînê Çilem Oz, rêveberên HDP'ê, dayikên aştiyê û Hevşaredara Akdenîzê Yüksel Mutlu jî amade bû. Piştî meşê li ser navê KJA'yê Maşallah Nas, xwest demek berî demekê şer raweste. 
Maşallah Nas, bang li malbatên leşkeran kir û xwest bi hevre bibin parazvanên aştiyê. 

Wekîla HDP'ê ya Mêrsînê Çilem Oz jî diyar kir ku di şer de herî zêde zarok û jin êşê dijîn û wekî jin êw dê vî şerî rawestînin. Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû. 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.