1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Jina bizaro 8 saet bi şûn de gihandin nexweşxaneyê
Jina bizaro 8 saet bi şûn de gihandin nexweşxaneyê

Jina bizaro 8 saet bi şûn de gihandin nexweşxaneyê

Li Tûtaxa navçeya Agiriyê ji ber ba û bagerê rêya gundê Îpekkuşakê hat girtin û jinikeke bizaro di gunde mehsûr ma. Piştî xebatan 8 saet bi şûn de jinikê gihandin nexweşxaneyê.

A+A-

AGIRÎ -Li Tûtaxa navçeya Agiriyê ji ber ba û bagerê rêya gundê Îpekkuşakê hat girtin û jinikeke bizaro di gunde mehsûr ma. Piştî xebatan 8 saet bi şûn de jinikê gihandin nexweşxaneyê.

Li gundê Îpekkuşaka ku 60 kîlomêtro dûrî navçeyê ye rewşa Tuba Porsuka (23) ku 3 meh e bizaro ye giran bû û gundiyan ji Serwîsa Acîl a 112yê alîkarî xwestin.

Ji ber ba û bagerê rêya gund hatibû girtin û ji bo ku jinikê bigihînin nexweşxaneyê 7 kesên ji ekîba tenduristiyê bi ambulansa berfê û Filitandina Medîkal a Neteweyî (UMKE) ve çûn herêmê.

Erebeya ku ekîb tê de bû di berfê de asê bû û li ser vê yekê ambulansa berfê çû herêmê. Ekîb nêzî 8 saet bi şûn de gihîşt gund û Porsukê mûayane kir û paşê bi ambulansa berfê ve birin nexweşxaneya Tutaxê û paşê ji wir jî birin Nexweşxaneya Welidandin û Jinan a Agiriyê.

Hat ragihandin ku tedawiya Porsukê li nexweşxaneyê berdewam dike, lê belê zaroka wê ji ber çûye.

Bu haber toplam 540 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.