1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Jinan dest bi perwerdehiya “mafê jinê” kirin
Jinan dest bi perwerdehiya “mafê jinê” kirin

Jinan dest bi perwerdehiya “mafê jinê” kirin

Li Amedê der barê mafê jinan yên qanûnî perwerdehî ji jinan re tê dayîn û dê di encama perwerdehiya 4 mehan de sertîfîka bên dayîn.

A+A-

AMED - Navenda Şêwirmendiya Derûnî û Perwerdehiyê ya Jinê (EPÎDEM) ku di bin banê şaredariya Yenîşehîrê de xebatên xwe dimeşîne û di çarçoveya Bernameya Perwerdehiya Mafê Mirovan ya Jinan (KÎHEP) perwerdehî tê dayîn. Perwerdehî 2 hefte berê destpê kir û dê 4 mehan bidome. Jinên ku xwendin nivîsandina wan nîne, yên dibistan û zanîngeh xwendine tevli dersan dibin. Weqfa Sabanci piştgiriyê dide perwerdehiya KÎHEP'ê û dê di dawiya perwerdehiyê de jin sertîfîka bigirin. Xebatkara EPÎDEM'ê Şîmel Begîk anî ziman ku ji bo jin mafê xwe yên qanûnî hîn bibin vê perwerdehiyê didin û dê bi riya vê perwerdehiyê ve hewl bidin ku rola zayendî ya civakê bişkênin. 

Begîk anî ziman ku haya gelek jinan ji mafê wan nîne, mafê xwe nagerin û wiha got: "Tu heqê xwe nagerin. Ji ber ku rola zayendî ya civakî bandoreke mezin li ser jinan kiriye. Em ê bi riya perwerdehiyan ve vê yekê bişkênin." Begîk destnîşan kir ku mafê mirovan ya jinan nîqaş dikin û wiha got: "Ger jin bixwazin mafê xwe yê hiqûqî bigerin dê serî li ku bidin? Çi bikin? Em van nîqaş dikin. Mafên makeqanûnî û qanûnî hene. Divê ev bên zanebûn. Em li ser vê radiwestin. Her wiha li hember jinê şîdet û şîdeta nav malê heye. Mafê jinê yê welidandin û aborî hene. Em ê di bernameya 4 mehan de van mijaran nîqaş bikin."

'Tu kes nikare mafê me asteng bike'

Begîk diyar kir ku ji ber zîhniyeta mêr ya dewletê, agahiya jinan ji mafê wan nîne û wiha got: "Dema em di dadgehan de li pey mafê xwe dikevin bi pêkanînên keyfî re rû bi rû dimînin. Em dizanin ku wisa nîn in. Em ê vê yekê ji jinan re vebêjin. Em ê bi vî rengî perwerdehî bidin ku bila mafê xwe bizanibin. Tu kes nikare mafê me asteng bike. Ne dewlet ne jî civak nikarin astengiyan derxin."

Begîk destnîşan kir ku dê her tim perwerdehî bên dayîn û di dawiya perwerdehiya 4 mehan de sertîfîka bidin jinan.

Bu haber toplam 647 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.