1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Jiyan û têkoşîna Şêx Seîd dibe fîlm
Jiyan û têkoşîna Şêx Seîd dibe fîlm

Jiyan û têkoşîna Şêx Seîd dibe fîlm

Jiyan û têkoşîna Şêx Seîd ku di sala 1925’an de li Meydana Deriyê Çiyê ya Diyarbekirê ligel 46 hevalên xwe hatin darvekirin, dibe belge fîlm. Dokûmantera ku ev du sal in kar li ser tê kirin, dê ji 10-14 beşan pêk were.

A+A-

AMED - Belge fîlm dê wek fîlmekî demdirêj were kişandin û bi galaya li Diyarbekirê di mehên pêş were nîşandan. Raperîna Şêx Seîd ku wek yekemîn raperîna mezin a Kurd di dîroka Komarê de cih girt, dibe mijara fîlm û dokûmenterê.

Di xebata ku ev 2 sal in berdewam dike de li bajarên wek Diyarbekir, Elezîz, Erzîrom, Çewlik, Mûş, Agirî, Manîsa, Edene, Îzmîr û Yalovayê cih ji gotinên şahidên dema Şêx Seîd û zarokên wan re tê dayîn. Di fîlm de behsa tiştên qewimî yên berî û piştî raperîna sala 1925’an tê kirin.

Fîlm wê destpêkê weke dokûmenter ji 10-14 beşan were amade kirin û cih bide nerînên zarok, neviyên Şêx Seîd, kesên herî dawî ew dîtine, yên berî werin darvekirin çûne serdana wan û kesên beşdarî dadgeha wan bûne. Di dokûmantera ku bi xebateke mezin hat amadekirin de, wê cih bide gelek çîrokên dîrokî yên heta niha nehatine vegotin.

Derheqa mijarê yek ji neviyên Şêx Seîd, Felat Ozsoy ji ANF’ê re diyar kir ku wî heta niha dokûmenter nedîtiye, lê di wê baweriyê de ye ku bi vê keda mezin xebateke girîng a dîrokî derketiye holê. Dokûmantera ji 10-14 beşan, wê di heman demê de mîna fîlmekî metraj dirêj jî derkeve pêşberî temaşevanan. Piştî bi dawîbûna dokûmantera Şêx Seîd, wê di mehên pêş de weke fîlmê demdirêj galaya wê li Diyarbekirê bê kirin.

Felat Ozsoy got ku ji bo tespîta cihê gora kalê wî heta niha wan ji serlêdanên xwe yên li cem rayedarên fermî tu encam bi dest nexistine û wêneyên ANF’ê yên di 20’ê Çileyê de pişrast kir. Ozsoy diyar kir ku gora kalê wî û hevalên kalê wî li wir e û ji bo tespîta cihê gorê, hewldanên wan ên hiqûqî wê dewam bikin.

Bu haber toplam 1062 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.