1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Ka Kurdî serbest bû!
Ka Kurdî serbest bû!

Ka Kurdî serbest bû!

Qeymeqamê Pasûra Amedê, bi sedema ku kursa kurdî dide giliyê Komeleya Çand û Hunera Andok kir û Dozger doz vekir. Dozê di 10’ê sibatê de li Dadgeha Huqûq a Sulhê ya Pasûrê bê dîtin.

A+A-

AMED - Di nûçeya manşeta Rojnameya Azadiya Welat a îro de hat diyarkirin ku Qeymeqamê Pasûra Amedê, bi sedema ku kursa kurdî dide giliyê Komeleya Çand û Hunera Andok kir û Dozger doz vekir. Dozê di 10’ê sibatê de li Dadgeha Huqûq a Sulhê ya Pasûrê bê dîtin. Nufûsa navenda Pasûr ji 11 hezar û 205 kesan pêk tê. Tevlî gunda 37 hezar û 191 kes li Pasûr dijîn. Ligel vê yekê li Pasûr a ku di salê 90’î de bi gelek qetlîam û hemû cûreyên bişaftinê re rû bi rû maye, ji bilî Komeleya Çand û Hunera Andok tu navendê çandê tune ne. Ev navenda ku di 17’ê tebaxa 2013’yan de bi awayekî fermî hatiye vekirin, di nava demeke kin de bû navenda ciwanan. Lê piştî ku komele bi pirsgirêkên ciwanan re eleqedar bû, hêdî hêdî ciwan ji tora bişaftinê rizgar kir, bû hedefa burokrasiya navçeyê. Komeleya ku bi gelek ciwanan re kete nava têkiliyê di meha îlona 2013’yan de dest bi kursên kurdî kir. Li komeleyê heya niha 120 xwendekar di kursên kurdî de derbas bûn û ji van 70 kes asta yekem serkeftî derbas kirin. Li 4 polên komeleyê yên bi navê Celadet Elî Bedirxan, Aram Tîgran, Apê Mûsa Anter û Ehmedê Xanê hê jî kursên kurdî berdewam dikin. Lê ji bo pêşiya vê komeleyê bê girtin qeymeqam wek erkdarekî neyarê zimanê kurdî tevdigere. 

Komele tiştê di rêziknameyê de cih digire dike

Parêzerê komeleyê Diyar Çetedîr diyar kir ku di rêziknameya komeleyê de xala “di zimanê zikmakî yên wek kurdî û herwekîdin de perwerdehî dê bê dayin” heye û ev rêzikname ji hêla qeymeqam ve jî hatiye qebûl kirin. Prz. Çetedîr bibîr xist ku tu eleqeya kursên komeleyan bi Midûriyeta Perwerdehiya Mîllî re tune ye û wiha got: “Sedemê girtina vê komeleyê wek ‘bêyî protokol bi Midûriyeta Perwerdehiyê re bike ders daye’ nîşan didin. Lê kursên ku komele bidin vê saziya dewletê eleqedar nakin. Dîsa ev ji ber ne dersxane û kargehe jî hinceteke bi vî rengî bêhuqûqiye. Naxwe diviya bû qeymeqam reda rêziknameyê bixwestana. Lê ne destpêkê ne jî niha derbarê rêziknameyê de tu doz nehatiye vekirin.” 

Ka bi zimanê zikmakî perwerdehî serbest bû?

Çetedîr bal kişande ser pakêta demokratîkbûyinê û wiha pêl da axaftina xwe: “Hukûmet radibe di pakêtê de dibêje li dibistanê taybet perwerdehiya zimanê zikmakî dê bê dayin. Ji bo vê yekê amadekariya qanûnan tê kirin; lê ji hêla din ve qeymeqamê vê hukûmetê giliyê komeleyeke dersê kurdî dide dike. Tiştê balkêş ew e ku ne dozger an jî dadgeh doz vedike. Qeymeqam gilî dike û li ser vê yekê doz hatiye vekirin.” Prz. Çetedîr bibîr xist ku ev 4 mehe dersa zimanê kurdî tê dayin gelek kes mezûn bûne û di hefteyên borî de bi merasimekê spasnameyên xwendekaran hatine dayin û wiha got: “Piştî vê merasimê ev doz vebû. Ger bêhuqûqiyek hebe naxwe ji ber qeymeqam ev 6 mehe ji vê re çavê xwe girtiye ew jî sûcdar e. Li vir bêtehemuliyek li hember xebatên Andok û zimanê kurdî heye.” 

 

andok-1.jpg

andok-2.jpg

andok-3.jpg
 

Bu haber toplam 872 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.