1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. KADEM ji bo jinê dibe warê jiyanê
KADEM ji bo jinê dibe warê jiyanê

KADEM ji bo jinê dibe warê jiyanê

Xebatkara KADEM'ê Medîne Olçen, diyar kir ku armanca wan a yekemin jinê ji nava çar dîwarên malê rizgar bike û tev li hemû qadên jiyanê bike û bike xwedî vîn û hêz.

A+A-

AMED - Şaredariya Sûrê piştî ket destê Rêxistina DEHAP, DTP û BDP'ê, li aliyekî xizmeta binesaziyê pêş xist, li aliyê din di çarçoveya xweseriya demokratîk de dest bi xebatê kir. Şaredariyê bêtir girîngê da daxwazên civakê yên çandî, civaki, aborî û tenduristiyê. Bêtir cih da vîna jinê û li ser perwerdehiya zarokan rawestiya. Li ser parastina ekolojî, dîrok, çandê rawestiya. Cih da hemû bîr û baweriyan, reng û zimanan. Ji bo pir çandî, pir zimanî û pêşxistina demokrasiyê proje ava kir. Ji bo her kesî bêtir tev li jiyanê bike qadên jiyan û perwerdehiyê ava kir. Atolye û kurs vekirin. Bêtir cih da xebat û perwerdehiya jinên. Ji bo bêtir vîna jinê pêş bikeve û bibe xwedî pîşe û aborî saziya Navenda Perwerdehiya Jinê ya Kardelenê (KADEM). Li vir 3 kurs tên dîtin. Kursên nexşe, fesilandin û dirûtin, hûnerên desta û qrêşa ji bo zarokan hene xizmetê dide. Li van deran zarok û jin perwerde dibin û dibin xwedi pîşe. Jin ên ku heta niha di malê de dihatin hepiskirin, li vir bêtir dikevin nava şewîrmendî û diyalogê. Bêtir parve dikin û hilberînek koolektif ava dikin. Hem di qada aborî de hem jî di qada hilberîn û afirandinê parve dikin û hevkariya hev dikin. Niha 40-45 jin, 10-12 zarok li vir tev li kursan dibin. Jinên ku tev li van kursan dibin zarokên xwe bi xwe re tînin Qirêşa vir.

Xebatkara KADEM'ê Medîne Olçen diyar kir ku 5000 hezar salin jin ji aliyê pergala zilam ve û pergala desthilatdariyê tê paşkişandin, tê astengkirin û wiha got: "Gor feresata pergala zilam cihê jinê tenê di nav malê de ye. An jî zarok mezin kirin û şîv çêkirine. Dixwazin jinê di nav civakê de bikin xwedî hêz. Armanca me jinê di nav rolekî aktîf de dîtin e. Di qrêşa zarokan de perwerdeya me bi kurdî ye. Projeya me ya dinê jî heye dikana me ya keda jinê heye. Behremên ku em çêdikin li vir difroşin. Cihêkî wisa em ji bo xwaringehê jî difikirin. Jin xwarinên ku li malê çêbikin em dê li wir derê bifroşin. Em niha nav amadekariya wî de ne."

'Li vir xwendevan hem debera xwe dikin hem jî pîşe hîn dibin'

Mamosteyê hûnera destan a KADEM'ê Tekgul Duran derheqê xebatên xwe de wiha axivî: "Em li vir hûnerên destan çêdikin. Yê kû tê vê derê hem ji xwe re pîşe hîn dibe. Em li ser sîparîşê dixebitin. Li vir xwendevan hem debera xwe dikin hem jî pîşe hîn dibin. Di nav xebatê me de boyaxkirina cam û axşap, seramîk, nexşê qurdelayan çêdikin. Gor xwestekên xwendevanan em li vir berhem diafirînin. Di bin awayiya Şaredariya Sûrê de 4 hep saziya me ya KADEM'ê heye. Berhemên tê çêkirin ji bo ku jinan re bibin alîkar di dikana Keda Jinê de   difroşin. Ji aboriya wan re dibin piştgirî."

'Ji destê me çi hebe em ji gelê xwe re dikin'

Xebatkarê Saziya Hêviyên Nûjên Kamîle Peker dazanîn ku di banqeya cilan de pêwistiyê gel çibe em çareser dikin û wiha got: "Ji bo gelê xwe ji destê me çi bê em dikin. Ji her mirovekî em dikarin 3 perçe cil bidin. Solê wan, cilê wan ji pêwistiyê gelê me yê xizan hebe em çareser dikin. Bi dil şadî jî em wan ji vir dişeyînin. Malbatên me ji Stenbolê, Mersînê an jî ji Îzmîrê alîkariya vê derê dikin û em jî li vir ji gelê xwe re alîkar dibin. Miza kargoyan cilan jî malbatên me yên vê derê dide. Em diçin malên malbatên xwe mêzedikin rewşa kîjna malbatê me pir nebaş be em zêde alîkarî ji wan re dikin"

kadem-(1).jpg

kadem-(2).jpg

kadem-(3).jpg

kadem-(4).jpg

Bu haber toplam 586 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.