Kampên PKKê tên bombebarankirin
Yayınlanma:
Güncelleme:
Balafirên şer ên Tirkiyê kampên PKKê li Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin
Hewlêr Li gor agahiyan, niha 4 balafirên şer ên Tirkiyê bi ser esmanê bajarokê Sîdekan a li devera Biradost digerin û êrişî navend û kampên Partiya Karkerên Kurdistanê dikin.
Peyamnêrê Rûdawê li navçeya Soran a girêdayî Hewlêrê Bextiyar Qadir ragihand: “Balafirên şer ên Tikriyê baregehên PKKê li gundên Gareşk, Zêlk, Mêrge Reş û Çiyayê Zrariyan bombebaran dikin.”
Peyamnêrê me herwiha da xuyakirin, di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de projeya ava gundê Mêrge Reş hatiye wêrankirin, lê belê di encama êrişê de ti zirarên canî çênebûne.
Balafirên Tirkiyê herwiha bilindahiyên Kerûy Kewerte, Gelî Xwakûrk û Robêrwanê jî bombebaran dikin.(rudaw)
Resmi İlanlar
Güncel
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.