1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Kantona Kobanî dê sibê were îlankirin
Kantona Kobanî dê sibê were îlankirin

Kantona Kobanî dê sibê were îlankirin

Piştî îlankirina Kantona Cizîrê, dê sibê jî xweseriya Kantona Kobanî bê îlankirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan  - Li Rojava piştî îlankirina Kantona Cizîrê ya 22'ê Çileyê wê sibe Kantona Kobanî xweseriya xwe îlan bike. Ev pergal, li Rojhilata Navîn cara yekem e tê pêkanîn û gelên cuda jî xwe têde îfade dikin. Nûnerên kurd, ereb, asûrî û ermenî di nav de cih digirin. Mîna li Kantona Cizîrê wê di sonda merasîma Kobanê de jî behsa netewe neyê kirin. Wê gel bi Meclîsa Qanûnsaziyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re îrade û weke hêza sêyemîn a Rojava xwe bidin nîşandan. Kurdên di Cenevre 2 de muxatab nehatin girtin di roja yekemîn a civîna Cenevre 2 de peyam dan ku kurdên Rojava di çarçoveya pêkhateyeke alternatîf û demokratîk de modela azadiyê ya gelan esas digirin. 


Kurdan di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de ku dest danîn ser tevayî saziyên dewletê şoreşeke bê xwîn pêkanîn, piştî wê roja dîrokî, roj bi roj rêveberiyên xwe ava kirin. Binesaziya destpêkê ya xweseriya ku wê sibe li Kobanî bê îlankirin ev nêzî 2 salan e, modela ku di pêşengiya kurdan de şekil girt. Di rojên destpêkê yên şoreşa gel de li hember rejîma Baas di mizgerftan de bangên ,"Yên welatê wan nînbe namûsa wan jî nîne" ku bala mirovan dikişand, di vê kantonê de kurdan cara yekem tank pêşwazî dikirin. Kobaniya bi ewle ku timî rastî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hat, ne tenê ji bo kurdan ji bo gelên din jî pir girîng e. Herî dawî ku ereb û tirkmenên ji ber êrîşên çeteyan ji Cerablusê xwe spartin Kobanî mozaîka gelan e. 

Di nav YPG'ê de yekîneyên ereb û tirkmen

Ji ber li gund û bajarokên Kantona Kobanî bi piranî ereb û tirkmen dijîn, di nav YPG'ê de yekîneyên ereb û tirkmenan hatin avakirin. Li Kantona Kobanî ya mozaîka gelan wê hemû gel piştî îlankirina xweseriya sibe, di Meclîsa bê avakirin de cih bigirin. 

 

Bu haber toplam 624 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.