1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Karasu: Dostê herî mezin yê Ermeniyan, Kurdin
Karasu: Dostê herî mezin yê Ermeniyan, Kurdin

Karasu: Dostê herî mezin yê Ermeniyan, Kurdin

Karasu di mulakata ku da bernameya Ozgur Gundem ya di Stêrk TV de hat weşandin û balkişand ser qetilkirina rojnamger Hrant Dînk û nîqaşên rojên dawî.

A+A-

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu da zanîn ku dixwazin PKK’ê bînin hemberî Ermenî, Yahudî û Ruman û wiha got: “Ger ku ermenî, yahudî, rum, suryanî û gelên baweriyên cuda bixwazin bi  awayekî azad û demokratîk bijîn, mutefîkê wan yê herî mezi kurd û tevgera kurda ne.

 Karasu di mulakata ku da bernameya Ozgur Gundem ya di Stêrk TV de hat weşandin û  balkişand ser qetilkirina rojnamger Hrant Dînk û nîqaşên rojên dawî. Karasu bi lêv kir ku cînayeta Hrant Dînk polîtîkayeke dewletê ye û wiha got: “Ger ku tirkiye demokratîk nebe û pirsgirêka kurd  neyê çareserkirin , ev komkujiyên bi vî rengî dê ji vir şûnde jî bidome. Tirkiye dixwazi koka xiristiyanan, ermeniyan, ruman bikole, yahudiyan bide revandin û bikeve YE’yê.  Bi vî awayî dixwaze Tirkiyeyê bike Tirkiyeyek ku tenê tirk lê dijîn. Ji ber vê jî van cînayetan plan dike. Ev polîtîkayeke dewletê ye.

Dixwazin Kurdan binîn hemberî Ermenî  û Yahudiyan

Karasu di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “ hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Bese Hozat di mulakatek xwe de gotibû Cemaata Fetullah Gulen dewleta paralel e. Li ser vê gotinê  nîqaş hatin jiyîn. Hevokek hevala besê Hozat ji roportajeke dirêj hat girtin. Li ser vê xwestin ermeniyan, yahudiyan û ruman bînin hemberî kurdan. Ji ber ku li vê erdnîgariyê dînamîka demokrasiyê kurdin.  Kurd dê Rojhilata Navîn azad bikin, demokratîk bikin. Dema kurd bên tasfiyekirin, hemû hêviyên azadiyê tê bên pelçiqandin.

Niha dixwazin PKK’ê û Emenî, Rum û Yahudiyan bîni hemberî hev. Dixwazin pê bidin lêxistin.

Kurdistan welatê hevpar yê her kesiye

Karasu diyar kir ku ger ku ermenî, yahudî, rum, suryanî û baweriyên cuda dixwazin azad bijîn wê demê mutefîqên wan yên herî mezin tevgera kurd û gelê kurd e. Karasu got: dostên wqan yên herî mezin kurdin. Ev teqez wisa ye. Jixwe kurd û ermenî di nava hev de jiyane. Bi hezaran salan bi hevre jiyane. Ji bo kurdan êşa herî mezin qirkirina ermeniyan bû. Kurdan jî zirar ji vê dîtine.  Êşa wan kişandin. Kurdistan welatê hevpar yê her kesî ye. Ferasta me ya yek welat, yek netew tune. “

 

Bu haber toplam 575 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.