1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Karkirin ji bo zarokên Rojava bûye metirsî
Karkirin ji bo zarokên Rojava bûye metirsî

Karkirin ji bo zarokên Rojava bûye metirsî

Karkirina zarokên Rojavayê Kurdistanê bûye metirsiyeke mezin û piraniya zarokên Rojava ji ber karkirinê ji xwendinê bêbeş bûne.

A+A-

Navenda Nûçeyan

KOBANÎ -Di vê derbarê de Rêveberê Liqa Kobanî ya Yekitiya Xwendekarên Kurd a Rojavayê Kurdistanê Ehmed Şêxogot: ‘‘Min serdana hinek deveran kiriye ku zarokê Kurd lê cixare û qehwê li ser cadeyan difroşin.’‘

Wî berpirsê Rojavayê Kurdistanê eşkere ku bi kampanya (Destên Spî) ku Yekitiya Xwendekarên Rojava ji bo hevkariya zarokên feqîr birêve dibe, hejmareke zarokan ku temenê wan jêr 10 salî ye dîtine ku mijûlê karkirinê ne û wan zarokan gotine ku bi karkirinê hevkariya malbatên xwe dikin.

Hêjayê gotinê ye li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tu yasayek nîne ku rê li karkirina zarokan bigire. Li şêniyên navçeyê jî eger yasa hebin jî hejarî nahêle ku zarok li mal rûnin an jî biçin dibistana xwe, ji ber neçar in kar bikin heta debara jiyana xwe û malbata xwe bikin.

 

Bu haber toplam 686 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.