1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Kasibkarekî din ê Kurd li ser sinor bû qurbanî
Kasibkarekî din ê Kurd li ser sinor bû qurbanî

Kasibkarekî din ê Kurd li ser sinor bû qurbanî

Hat ragehandin ku kasibkarekî Kurd li bajarê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê ji ber teqeya hêzên ewlekariya Îranê canê xwe ji dest daye.

A+A-

Navenda Nûçeyan

SERDEŞT - Li gor agahiyên hatine bidestxistin, navê wî kesî Wahid Toufîqî û xelkê gundê Bîtuş a navçeya Alan a Serdeştê ye. Li gor hinek çavkaniyan, Wahid 6 meh berê zewicîbû û ji bo debara jiyanê neçar bû kasibkariya ser sinoran bike.

Hêjayî gotinê ye çend hefte berê jî kasibkarekî din yê şêniyê gundê ’Tîbet’ a girêdayî Serdeştê ji ber teqeya hêzên ewlekariya ser sinoran hatibû birîndar kirin û di komayê de ye.  

Nebûna derfetên kar û kargehan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê sedema herî bingehîn e ku xelk berê xwe bide kasibkariya ser sînoran û barkêşiyê bikin. Salane bi sedan kes li ser sinoran dibin qubaniyên teqeya hêzên ewlekariyê yên Îran û Tirkiyê.

Bu haber toplam 615 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.