Keça kurd bû qurbana selfiyekê!

Keça kurd bû qurbana selfiyekê!
Li bajarê Serdeştê yê girêdayî eyaleta Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, keçek 12 salî “ji ber girtina selfî” ket nav çêm û xeniqî!

 

 

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, pêr (25ê Adarê) keçek 12 salî ji gundê Zelê yê Serdeştê, bi malbata xwe re çûbû ser çemê Zapê.

 

Li gorî agahiyan, dema wê keçkê dixwest bi telefona xwe selfî bigire, ket nav avê û wenda bû. Malbata wê bi alîkariya kesên ku li wir bûn, li keçkê geriyan lê piştî demekê termê wê li qiraxê çêm hat dîtin.

 

Termê wê zaroka kurd ji bo otopsiyê birin nexweşxaneya bajarê Serdeştê.

 

Çemê Zapê ji çiyayê Zagrosê derdikeve û piştî ku ji bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê derbas dibe, berê xwe dide Serdeştê paşê derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û ji wir jî tevlî çemê Dîcle dibe.

 

Her sal gellek kes di çemê Zapê de dixeniqin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.