1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Kekê Baydemîr bo rêka dawîn hat oxirkirin
Kekê Baydemîr bo rêka dawîn hat oxirkirin

Kekê Baydemîr bo rêka dawîn hat oxirkirin

Ezîz Baydemîr kekê Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr ku bo yekcarî xatrê xwe ji vê dinê xwest, li Goristana Yenîkoyê spartin axê.

A+A-

AMED - Ezîz Baydemîrê kekê Osman Baydemîr, piştî ameliyata dilî li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da. Piştî karên li nexweşxaneyê cenazeyê Ezîz anîne Goristana Yenîkoyê. Piştî nimêja cenaze ya danê mexribê cenazeyê Baydemîr, li gel duayan li tenişta gora diya wî hate definkirin.   

Heqê xwe li min helal ke keko

Piştî axspartina kekê xwe Osman Baydemîr li vir axaftineke kurdî kir û got, “"Dayê, keko êdî mêvanê te ye. Keko, cihê te li cem Xwedê be. Tu mezinê me bûyî, tu bavê me bûyî, tu stûna mala me bûyî. Pişta me bi te qewî bû. 10 sal in di rojên xweş de tu tim li min digeryayî. Te pirsa min dikir. Gelek caran min digot ez ê li te vegerim û min li telefonên te nedinihêrt, ez bêdeng mam. Ev sê roj in vê carê ez li te digeriyam, min digot keko, vê carê te deng nedikir. Heqê xwe li min helal bike keko can..."

Malbata Baydemîr li Şînxaneya Hevêdaniyan dest bi qebûlkirina serxweşiyan kir.

Her weha namzetên Şaredariya Bajarê Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli, ligel parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana, Hevserokê BDPa Amedê Zubeyde Zumrut û gelek welatiyan vê rojê diltezîn, malbata Baydemîr bi tenê nehiştin.

kekê-baydemir-1.jpg

kekê-baydemir-2.jpg

Bu haber toplam 590 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.