Kiliçdaroglu: Ez guherîm pêwîst e CHP jî biguhere

Kiliçdaroglu: Ez guherîm pêwîst e CHP jî biguhere
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihand, pêwîst e CHP guhertinan di nav xwe de pêk pêk bîne. Kiliçdaroglu got: Min xwe guherî, pêwîst e CHP jî xwe biguherîne.

 

Navenda Nûçeyan – Sibe şemî 16ê Çile dê 35mîn Kongreya Asayî ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) li bajarê Enqere ya paytexta Tirkiyê were lidarxistin.

 

Rojek berî lidarketina kongreyê, îro Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di daxuyaniyekê de daxwaza pêkanîna guhertinan di nav CHPê de kir.

 

Kiliçdaroglu ragihand, ew bi xwe guheriye û pêwîst e CHP jî xwe biguherîne, ji ber ku bi gotina wî cemawerê CHPê guhertinan dixwaze.

 

Kiliçdaroglu got, kongreya vê carê ya CHPê dê bi dirûşma demokrasî û guhertin û dostatî were lidarxistin.

 

Serokê Giştî yê CHPê herwiha got: “Hemû kes behsa guhertinan dikin, ez jî guherîm, pêwîst e CHP jî biguhere. Ewa ku neguheriye, guhertin bi xwe ye.”

 

Derbarê rikeberiyên bo seroaktiya CHPê de jî, Kiliçdaroglu destnîşan kir: “Ez dixwazim Mistefa Balbay rêkar û îmzayên pêwîst bo namzedbûna xwe kom bike, ji ber ku bi rikeberiyê coşa kongreyê zêdetir dibe û pirrengtir dibe.”(rudaw)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.