1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Kitêbek dokumenterî: "DU PISMAM"
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Kitêbek dokumenterî: "DU PISMAM"

A+A-

 


Min, pirtûkek wisa bi dilê xwe, bi zimanek kêşar, mijarek balkêş, ji awira dîrokî ve bi nirx û bi agehdariyên berfireh barkirî, demek e nexwendibû. "DU PISMAM" bi hewara min ve hat. Xwendina pirtûka 298 rûpelî sê-çar rojan dom kir. Her beş ji ya din bi heyecantir û rengîntir bû. Ev yek hetanî pela dawiyê domiya.

Mamosteyê zimanê Kurdî, nivîskar û helbestvan Felemez Akad di vê berhema xwe de, bîranînên xwe dinîvisîne. Beşek baş ji pirtûkê, xatiratên wî û pismamê wî yê "dilpak" Ali Akdogan jî hemêz dike.

Pêşketinên îro û nirxên bidestketî di rojekî de pêk nehatine. Di qonaxên dîrokî de xebat hatine kirin. Gelek kesan ked dane. Ketine zindanê, îşkence dîtine. Canê xwe feda kirine û ava şehadetê vexwarine. Xebatên li ser ziman, çand, dîrokê ji xwe re kirine karên esasî û berhemên giranbuha hiştine. Beşek ji serkevtin û bidestxistinên îro, bi saya mîrasa duhî ye. Divê, xwêdan û keda wan neyê jibîrkirin.

Di vê çarçoveyê de berhema "DU PISMAM" valabûnek mezin dadigre. Nivîskar bi xwe, ku şahidek ji yê wê demê, aktorek ji hêzek siyasî û welatperwerekî Kurd lê mahkûmê dewlêtê ye, bi rêya bîranînên xwe rewşa bakurê welêt di salên 60-80 ji aliyê aborî, civakî û siyasî ve ronî dike. Çend rûpelên giring ji dîroka gelê Kurd, bi taybetî ya herêma Mêrdînê bi teknîka dokumenterî pêşkêşî xwendevanan dike. Mirov, bi saya berhemê, hêz, çalakvan û têkoşerên qonaxekê nas dike. Daxwazî, program, demokrasiya nav hêzan, nêzîkbûna xelkê û dewletê li wan, bi îro re muqayese dike.

Berhemên wisa mecalê dide lêkolînêran ku ji gelek awiran ve li ser civata xwe kur û hur bibin, baştir nas bikin û perspektîvên nû pêşkêş bikin. Bê guman e ku, nivîskar ne bê alî ye. Çalakvan û endamê hêzek netewî ye. Lê di rexnekirin û gazinên xwe de, formek erênî bikar tîne. Li gorî pîvana exlaq û normên rexnegiriya polîtîk, xwe ji spekulasyonan dûr digire, rexneyên wî li hêz û kesên siyasî dostanî ye.

Mirov dikare xatiratên nivîskarî di bin şeş niqteyan de analîz bike:

Jiyana li gund: Weke ku tê zanîn herêma Omeriya ji aliyê şiyarbûn û piştgiriya têkoşîna netewî rolekî erênî lîstiye û dilîze. Lewma naskirina devera Omeriya û dîroka rêvebiriya wê pir giring e. Di xebata mamoste Akad de, agehdariyên pêwîst li ser herêmê û eşîra rêvebir heye: Serokên eşîrê, şêweyê rêvebiriyê, polîtîka dewletê li dijî dever û eşîra Omeriyan. Dubendiya di nav eşîran û rola dewletê. Rewşa aboriyê li gundan, têkiliyên aborî di nav wan de. Nakokî û rêyên çareseriyê. Û jiyana çandî.

Barkirina nivîskarî ji gund û bicîhbûna li Nisêbînê: Nisêbîn li ser sînorê bakur, rojava û başûrê welêt e. Kaniya welatperweran e. Di gelek qonaxên cewaz de û demên xeter dihate bi ser Kurdên polîtîk de, xelkê deriyê xwe ji welatperweran re vekirî ne. Nanê xwe bi wan re parvekirine. Derdê êkudu kişandine. Gelek kes, derbasî binya xetê kirine.
Bajar, xwedî dîrokek kevnare ye. Ji aliyê netewî ve şiyar e. Ji aliyê polîtîk û aborî ve rola xwe mezin e.
Berhema nivîskar, balê dide ser dîroka bajêr û qonaxekî pir giring şirove dike. Bi taybetî cî û giringiya bajêr ji awira dîrokî û siyasî. Nisêbîna kevin. Rewşa wê ya civakî û aborî. Eşîr, bavik û şexsiyetên li bajêr. Nakokiya di nav bajarî û gundiyan de. Berxwedana bajariyên nû (gundiyên li bajêr bi cî dibûn) li dijî bajariyên eslî (kevin), hemêz dike. Her wisa, şiyarbûna ciwanên Kurd û xebata siyasî, nakokiyên nav eşîr û hêzên siyasî û sedemên wê jî dibe mijara vî beşî.

Xebata siyasî: Destpêkirina nivîskar bi siyasetê. Dijwariyên li pêşiya siyasetvanên ciwan. Xebat û berxwedana bi israr bala mirovî dikşîne. Nivîskar, di nava beşên pirtûkê de agehdariyên giring li ser mijarê dide. Di salên 60-80 rewşa siyasî li bakur, başûr û rojavayê welêt. Mecalên kar û xebatê. Têkiliyê wan bi hev re. Weke partiyek ji yê pêşî, xebata PDK ê li bakurê welêt û bi taybetî herêma Mêrdînê. Agehdarî li ser rêvebirên wê, şiklê rêvebirinê, program, kongre û biryarên PDK Turkiyê. Nakokiya berî 12 îlona 1980 di nava hêzên Kurda de û sedemên wê. Têkiliya nivîskarî bi şexsiyetên civakî û siyasî.

Xwendina dibistanê: Nivîskar qala xwendina xwe ya destpêkê, navîn û bilind dike û lê mirov bi giştî li ser rewş û mecalên perwerdekirina zarokan li gunda, dijwariyên li pêşiya xwendevanên welatparêz li bajaran, dijîtiya dewletê û hêzên turk li hemberî xwendevanên Kurd li zanîngehên Turkiyê, helwêst û çalakiyên xwendevanên Kurd li dijî wan, xebata ciwanên Kurd ji bo Kurd û Kurdistanê, dibe xwedî dîtin.

Destdanîna cunta leşkerî ya 12 îlona 1980 ser hikum. Rewşa girtîgeha Nisêbîn û Mêrdînê. Zilma li zindana Amedê: Bi hatina 12 îlonê re, ji helekî ve hêzên dewletê, polîs û arteş, ji aliyê din hêzên reş ku dewletê îdare dikin, bi şêwirmedên taybetî li bajarên Kurdistanê bi cî bûn. Li hemû deveran girtin û îşkencekirina bêhiqûqî bû karê rojane. Di girtîgeh û zindanan de îşkence bi formên nû û hovane hate bikaranîn. Şexsiyeta Kurd, nasname û zimanê wî hedef hatibûn girtin. Ji bo nirxên Kurdewarî bê hilweşandin çi pêwîst be, hate kirin.
Xatiratên nivîskar li ser wê demê beşek ji vê zilmê eşkere dike.

Derketina derveyî welêt û xebata li wir: Piştî 12 îlonê zilm û taqîbata dewletê li dijî welatperweran, ne tenê li girtîgeh û zindanan, lê belê li derve jî bi şêweyê tehdît, talankirin, girtin û kûştinê didomiya. Nivîskar, mîna gelek kesên welatperwer, piştî dadgehkirina wî li Amed û berdana wî, ji taqîbat û tehdîta dewletê rizgar nabe. Mecbûr dibe ku derkeve derveyî welêt. Tê Swêd.
Li Swêdê jî xebata xwe di komelên demokratîk de didomîne. Di nava Partiya Sosyal Demokratên Swêdê de cî digire. Li şaredariya Uppsalayê de dibe xwedî meqam. Û ji bo parastina mafê Kurda dixebite û biryarên baş dide derxistin.

Encam: Pirtûk di 2012 de li çapxaneya APEC ê ketiye ber çapê û belav bûye. Berhem bi kurdî hatiye nivîsîn, ji 27 beşan pêk tê û ji bo kesên bi siyaset û dîrokê dadikevin çavkaniyek giranbuha ye. Bîranîn, bi zimanek bilind û forma dokumentasyonekî dîrokî hatiye amadekirin. Ne tenê ji awira polîtîk, lê belê ji aliyê çandî, civakî û aborî ve jî gelek agehdariyên giring hemêz dike.
 

Bu yazı toplam 816 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.