1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Koçberên Kerkûkê ji avahiyên hikûmî tên derxistin
Koçberên Kerkûkê ji avahiyên hikûmî tên derxistin

Koçberên Kerkûkê ji avahiyên hikûmî tên derxistin

Ew koçberên ku ji sala 2003’an ve vegeriyan Kerkûkê û di avahiyên hikûmî de bicîh bûne, hatine agahdarkirin ku divê di zûtirîn dem de wan avahiyan vala bikin.

A+A-

KERKÛK - Ew koçber zêdeyî 10 sal dibe vegeriya Kerkûkê û di wan avahiyan de dijîn. Li gor agahiyên hatine bidestxsitin, ji xeynî wê avahiya hikûmî ku berê di dema rejîma Sedam de binkeyê polîs ê Erefe bû, berî sala 2003’an hejmarek koçberên din li derdora wî binkeyî bi awayekî ne yasayî xanî ji xwe re çêkirin û ne amade ne vala bikin heta tazmînatê nedin wan.

Hejmara wan koçberan nêzîka 100 malbat dibe û ji wan re hatiye gotin ku divê di zûtirîn dem de wan cih û avahiyan vala bikin. Ligel ku di wan avahiyan de jî jiyaneke dijwar derbas dikirin lê dîsan jî tê gotin ku li wir sitirî bûn.

Bi baweriya wan koçberan, tişta ji wan hatiye xwestin ji xeynî zilmê ne tiştekî din e ji ber tu cih û derfeteke wan nîne heta xaniyan ji xwe re çêbikin û wek hemû hevwelatiyekî jiyana xwe derbas bikin.

 

Bu haber toplam 553 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.