• Diyarbakır10 °C
  • Batman8 °C
  • Mardin10 °C
  • Bingöl8 °C
  • Bitlis7 °C
  • Elazığ6 °C
  • Erzincan3 °C
  • Şanlıurfa14 °C
  • Erzurum0 °C
  • Ağrı1 °C
  • Gaziantep9 °C
  • Hakkari6 °C
  • Muş5 °C
  • Siirt11 °C
  • Van2 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Koçberên Kewirgosk gazinan ji ne dadweriyê dikin
07 Ocak 2014 Salı 14:03

Koçberên Kewirgosk gazinan ji ne dadweriyê dikin

Kampa Kewirgosk, yek ji kampên herî mezin ên penaberên Rojavayê Kurdistanê û nêzîkê bajarê Hewlêrê ye. Tê de bi hezaran penaber dijîn vêca çi yên ji ber şer û peçûnan reviyane yan jî ji xirabiya rewşa aborî koçber bûne.

HEWLÊR - Ligel ku çadirên hatine vedan yek reng in û dijwariya jiyana wan di yek astê de ye lê her penaberek kul û derdên wan ên taybet hene û bi vêna ji hev cuda ne. Di serdanekê de ligel şanda Xaça Sor a Îmaratê û Konsulê Giştî yê Îmarat li Herêma Kurdistanê bo Kampa Kewirgoskê, hejmareke zêde ya penaberan li dora şandê kom bûn, ketin rêzeke dirêj û her yekî-yekê nasnameya xwe xistibûn dest xwe da pişka xwe ji alîkariyan werbigirin. Di rêzê de hinek jinên rû nixumandî bi awayekê rêxistî rawestiyabûn û zarok di dest hinekan ji wan de bûn. Li ser pirsa gelo ev alîkariyên mirovî yên digihin we têra we dikin yan na? Jinekê ji wan bi kurtî bersiv da û got: “Baş in. Lê tup-gaza me nîne.”

Tişta wê jinê digot, gotina hevpar a hemû jinan bû yên ku ji BasNewsê re axifîn. Lê tişta ku bala mirov dikşand ew bû ku hemûyan gazin ji parvekirina nedadwerane ya alîkariyan ji aliyê berpirsên kampê ve dikirin. Diya Îsa behsa êş û azare xwe kir û ji BasNewsê re wiha axifî: “Em li kampê ji destê ferq û cûdahiyê dinalînin, çadirên li kampê li çend beşan hatine parvekirin û her beşek bi tîpekê tê binavkirin, lê ev parvekirin li gor taybetmendiyan hatiye. Beşa me ya bi navê (U) ku beşa herî mezlûm û belengaze, ji ber navên me di dawiya lîsteya navan de ne alîkariyên mirovî nagihin me, ji xeynî ferq û cudahiya şêwazê danûstandina berpirsên kampê ligel malbatên di kampê de.”

Diya Telal jî heman gotinên Diya Îsa dubare kirin û wiha axifî: “Pirsgirêka me ya serekî nebûna xwarina taybet e bo sibehan, bi taybetî zarok ji destê vê pirsgirhekê dinalînin û em nikarin xwarineke taybet bikirin ji ber tu pere di dest me de nînin. Ji aliyekî din ve ez li zarokên xwe dimeyzênim û hevserê min nexweş e, vêna jî jiyan zehmettir kiriye.’‘ Li ser heman pirsê ka gelo alîkarî bi awayekî dadperwerane tên parvekirin? ji rêza mêran Bavê Mesûd bersiv da û got: “Tu dadwerî di parvekirina alîkariyan de nîne. Dadwerî di jiyanê hemûyî de nîne, çima em li vê derê li benda dadweriyê bin.’‘ Ji aliyê xwe ve Bavê Rekan tekez kir berpirsên kampê ferq û cudahiyê dixin navbera malbatan.

Encumena Kampê ku di nav de hinek penaber jî hene, gazinên penaberan red kirin û gotin ew tu ferq û cudahiyê naxin navbera malbatan û bi awayekî yeksan ligel wan didin û distînin. Îbrahîm Ebde jî ku berpirsê her 19 beşên kampê ye ji BasNewsê re wiha axifî: “Sedem hemû kêmbûna alîkariyan e, carna alîkarî dighin me lê têra hemûyan nake û ew alîkarî dighin hinek beşan û yên din bi taybetî ewên navên wan di dawiya lîsteyê de ye ji wan alîkariyan bêbeş dibin. Lewma penaber hest bi nedadweriyê di parvekirin de dikin.”

Hêvî Wanlî Serpereştyarê Encumena Kampê Hêvî Wanli gazin ji kêmbûn alîkariyên û got:  ‘‘Gelekî qerebalixî çêdibe, alîkarî bi awayekî xirab ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û rêxistina AKTDA a Kanadayî vê tên parvekirin û ew rêxistin berpirsê parvekirina alîkariya ye.’‘

Hewiha penaberekî din behsa alîkariyên ku Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê parve kirine kir û got: “Alîkariyên wan kêmbûn û negihan nêzîkê nîvê malbatên kampê.’‘

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim