1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Koçberên tên Kurdistanê û pirsa ewlekariyê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Koçberên tên Kurdistanê û pirsa ewlekariyê

A+A-

Şidet û hişkiya qonaxa nû, sînoran nas nake. Helwestên extrem, ku bi mesajên tehdît, kûştin, tirsandin û derbasbûna irzê keçên biçûk (zarok) barkirî ne û bi destê dewletên cînar û derve têne îdarekirin, pîvanên însanî nas nakin. Armanca wan bi mêjiyê neteweperestiya erebî hatine şûştin, lê li ser navê îslamê bawermendên ji welatên cewaz jî dixin nava şer de. Têra xwe bi xeter in. Çi demê û çawa êrîş û teqînê pêk dihênin û kî li çi deverê dibine qûrban, kes nikare texmîn bike. Rojev, bi buyerên nû re, rûbirû ye.

Kurd ne xerîbê şer in. Piştî tecrûbeya Enfalê û li bakur revandin û windakirina mirovên welatperwer û gelek helwestên hovane, li ser şerê taybetî û wahşeta wê xwedî tecrûbe ne. Lê li ser pirsa parastina Kurdistanê, ji awira ewlekariyê ve kêmasiyên xwe hene. Bi taybetî ji aliyê teknîka îstîxbaratê, anku pêhisîn, kûrbûn, zûbîn, durbîn û mudaxeleya di zemanê xwe de, kêmasî hene.
Di qonaxa nû de, bi sedan penaber li ser sînorên Kurdistanê diçin û tên. Bêguman e ku, kesên têne Kurdistanê, ji ber şer û zilmê reviyane û divê bi germî bixêrhatina wan bê kirin. Lê di nav wan de, kesên xirap hene. Divê rê li ber sîxur, gunehkarên sucê mirovahiyê û endamên komên terorî bê girtin. Lewma xurtkirina ewlekariyê, bi taybetî teknîka istixbaratê giring e. Komkirina penaberan li navendekî (kamp), îfadegirtin û raçavkirina wan ji bo demekî, di çarçoveya hiqûqa navnetewî de pêwîst e.

Kurda êşa şer, kûştin û penaberiyê pir kişandine. Di stiranên xwe de êşa xerîbiyê anîne zimên. Çîrok, stiran û serpêhatiyên me, bi mijarên sirgûn, kûştin û êşa xerîbiyê barkirî ne. Em weke netewe, derd û kûlê penaberên dihêne Kurdistanê fêm dikin. Divê em ji qonaxa nû re amade bin. Piştî buyerên dawî û dagirkirina Musilê, çi hêz nikare rê li ber buyerên nû bigre. Bûyerên nû dê gelek mirovan ji cî û warê wan rake, veqetîne. Beşek ji penaberan dê berê xwe bidin welatê cînar, Kurdistanê.

Divê li başûr û kantonên rojava siyaseta pejirandina penaberan hebe, xurtir bibe. Rêvebirên welêt, bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî, xwe ji bo bixêrhatina penaberan amade bikin. Kampên penaberan nêzî sînor ava bikin û kesên muhtac venegerînin. Pîvanê mirovahî bişopînin, lê xeterên bi wan re têne Kurdistanê jibîr nekin û rê li ber xetera bigrin. Di çarçoveya tedbîrên ewlekariyê de, raçavkirina wan ji bo demekê giring e.

 

 

 

Bu yazı toplam 621 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.