• Diyarbakır3 °C
  • Batman9 °C
  • Mardin3 °C
  • Bingöl3 °C
  • Bitlis2 °C
  • Elazığ2 °C
  • Erzincan2 °C
  • Şanlıurfa6 °C
  • Erzurum0 °C
  • Ağrı0 °C
  • Gaziantep4 °C
  • Hakkari5 °C
  • Muş1 °C
  • Siirt8 °C
  • Van4 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Koçberiya bi sed salan ya Kurdên Anatolya Navîn
14 Kasım 2013 Perşembe 21:07

Koçberiya bi sed salan ya Kurdên Anatolya Navîn

Nivîskar Nuh Atêş, di derheqê mişextkirina Kurdên Anatolya Navîn de ji bo Rojnameya Tîgrîs axivî û got: “Eşîrê Kurdan, di navbera sedsalên 17. û 19. de bi darê zorê li Anatolya Navîn hatine bi cih kirin.

Röportaj: Haci GÜNEŞ

KONYA - Nuh Ateşê niviskar û helbestvan ku bi xwe jî ji Anatolya Navîn e, di derheqê dîroka sirgûnkirina (mişextkirina) eşîrên Kurdên Anatolya Navîn de, ji bo Rojnameya Tîgrîs axivî û destnîşankir ku, Kurd bi darê zorê li gundên girêdayi bajarên wek Enqere, Konya û Kirşehîrê hatine bi cih kirin. Atêş, daxuyakir, tevlî bişaftina dewleta Tirk ku 300 salin li ser Kurdên Anatolya Navîn daye meşandin jî, Kurdan dev ji zimanê xwe yê zikmakî, çanda xwe, edetên bav û kalên xwe berneda ne. Nivîskarê ku li ser Kurdên Anatolya Navîn gelek lêkolînan kiriye û di vî warî de pirtûkên wî jî hene Nuh Atêş, bal kişand ser gelhe ya Kurdên Anatolya Navîn û diyarkir ku gelhe ya Kurdên Anatolya Navîn nêziki 4-5 milyon e.  Atêş da zanîn, Dewleta Osmaniya ku xwestiye eşîretên goçber bi cih bike, di destpêka sala 1691’an de, ji ber ku  di warê aborî de ji eşîrên Kurdan sudwergire wan bi darê zorê bi cih kiriye. Atêş, di derheqên dîroka Kurdên Anatolya Navîn de pirsên me bersivandin û gelek mijarên balkêş nirxandin.

Eşîrên Kurd, kengî û çawa hatine Anatolya Navîn?

Di derheqê hatina Kurdên  Anatolya Navîn de, bi têrker, çavkanî û belgename tune ne. Ji bo ku bi berfirehî agahî bên bi destxistin, divê mirov belgename û çavkaniyên arşîvên Dewleta Osmaniyan bidestxe. Ji bo vî karî jî lêkolîleke bi serê xwe lazime. Li gorî çavkaniyên ku di destên me de ne, Kurd di navberan 1700 û 1800’dî da li Anatolya Navîn hatine bi cih kirin. Di van deman de Împaratoriya Osmaniyan li ber hilweşandinê ye. Dewleta Osmaniyan di serî de bi gelên Balkanî re, bi dewletên cîran û gelen din ên ku ji bo azadiya xwe serî rakirin e re di nava şerda ye. Di van şeran de Împaratorî, roj bi roj erd winda dike, di hundirê xwe de jî di warê aborî û civakî de  tengezariyên mezin dijî. Dewleta Osmaniyan, vê rewşa xerab a leşkerî û ya aboriyê dixwaze bi Kurdistanê çareser bike.

p1200314-001.jpg

Dewleta Osmaniyan, bi cih kirina Kurdan a Anatolya Navîn dixwest çi bi   dest bixe?

Împaratoriyê, bi cih kirina eşîrên koçber ya Antolya Navîn, dixwest ku him di warê aborî de û him jî di warê leşkerî de ji wan sudwergire. Û bi vî awayî dixwest ku xwe ji rewşa tengezariyê xelas bike. Dewleta Osmaniyan, her wekî din, di şeran de cihên ku dargir dikir, gelên wan deran jî dianî li Anatolya Navîn bi cih dikir û ji wan jî sudwerdigirt. Dewleta Osmaniyan, civatên Tirk û ên Îslamî, cihên ku dagir dikir wan bi cih dikir û bi vî warî dixwest ku polîtîka xwe ya împaratoriyê berdewam bike. Bi vê daxwazê dagirkeriyeke mezin dabû destpêkirin. Tê zanîn ku di dema Komara Tirk de jî ev polîtîka berdewam dike. Ev polîtîkayên ku bi darê zorê eşîran bi cih dikin, di 1691’an de dest pê dike û weka caza kirin tê meşandin. Rêbazek din ya Osmaniyan jî eşîretan, berî hevdû dide, wan bi hevdu dide kuştin, wan ji hev parçe dike û di navbera wan da şerê birakujî dide destpêkirin. Ev jî rêbazek wan a bingehîn e. Dewleta Osmaniyan, ji bo bi cih kirina eşîrên Kurd, saziyên taybet ava dike û pêywirdaran tayîn dike.

 

Li dijî polîtîkayên Dewleta Osmaniyan tu serîhildan çê bûne yan na?

Gelek eşîr, li Rakkayê jî hatine bi cih kirin. Di nava wan eşîretan de, di dû re ên ku li Anatolya Navîn hatine bi cih kirin, eşîreta Rişwan û Canbeg jî hene. Van eşîên ku pezên wan, zozanên wan û cih û warên wan ji destên wan tên stendin û li Rakkayê tên bi cih kirin, ji van eşîran 15 hezar kes firar dikin. Di sala 1697’an de, ji bo van 15 hezar kesen ku firar kirine, di bin fermandariya Yusuf Paşa de artêşek mezin tê avakirin û bi ser van kesên ku firar kirine de diçe. Pêşengên van eşîran ji hêla vê artêşê ve tên ketilkirin û yên din jî dîsa tên sirgûn kirin. Eşîrên ku li dijî polîtîkayên dewletê tên, dewlet dest dide ser hespên wan, çekên wan û hemû hebûna  wan û wan bi cih û warên ku şer lê diqewimin bi cih dike û wan ceza dike.

p1200327-001.jpg

Kurdên Anatolya Navîn bigelemperî li kîjan bajaran dijîn û gelheya wan çiqase?

Warê herêma Kurdên Antolya Navîn, li navenda Anatolyayê; di navbera başûrê Enqerê û bakurê Konyayê daye. Navçeyên girêdayî Enqerê ku Kurdên Anatolya Navîn lê dijîn; Haymana, Polatlı, Bala û Şereflikoçhisar e. Navçeyên ku Kurd lê dijîn ên ku girêdayî Qirşehîrê ne jî evin: Çîçekdax, Keman û Boztepe ne û navçeyên girêdayî Konyayê jî Cîhanbeyli, Yûnak, Çeltîk, Sarayonû, Kadinhani û  Kûlû ye. Li van navçe û gundên ku girêdayî van bajaran e bi piranî Kurd lê dijîn. Kurdên Anatolya Navîn tenê li van cihên ku min hijmart najîn. Ji xeynî van bajaran li bajarên weka Çorûm, Tokat, Yozgat, Amasya, Aksaray, Nîğde, Afyon, Eskîşehîr, Kayserî, Samsun, Sakarya, Nevşehîr û Kirikkalê ji bi hezaran Kurd dijîn. Hijmara Kurdên Anatolya Navîn di navbera 4 û 5 milyona de ye. Piştî salên 1960’tî, gelek Kurd koçî bajarên mezin û Avrupayê kirine.

p1200395.jpg

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim