Koçberiya mêşan dest pê kir!

Koçberiya mêşan dest pê kir!
Li Wanê hilberînerên ku bi mêşvaniyê debara xwe dikin berê xwe dan herêmên ku germ in û kulîk zêde ne.

 

WAN  -  Mêşvanan diyar kirin ku ew her tim mecbûr dimînin biçin cihên ku germ e. Hilberînerên hingiv ji ber hingivê sexte û dermanên çandiniyê yên ku dibin sedema mirina mêşan bi gazinc in.

Li Wanê bi sedan welatiyên ku debara xwe bi mêşvaniyê dikin bi sarbûna hewayê re berê xwe dan herêmên germ. Mêşvanan berê xwe dan bajarên wekî Edene û Mêrsînê yên Çukurovayê zor û zehmetiyên ku dikişînin vegotin. Mêşvanan diyar kirin ku alîkariya dewletê kêm e û her tim mecbûr dimînin ku koçî cihê germ bikin. Mêşvanan destnêşin kirin ku lêçûnên wan zêde ye lê ligel vê yekê jî nikarin heqê keda xwe bigirin.

Welatiyê bi navê Mehmet Seyît Dundar diyar kir ku pîşeya mêşvaniyê ji bavê xwe dewr girtiye û bi hatine zivistanê re jî li bajar gelek mêşvanan koç kirine. Dundar anî ziman ku baharê ji Çukurovayê vedigerin Amed û Êlihê û demeke li van deran dimînin û herê dawî jî diçin Wanê. Dundar wiha got: "Armanca me ya çûyîna devarên germ zêdebûna mêşan e. Di hewaya sar de yan mêş Zêde nabin an jî dimirin. Zivistanê li cihên germ em mêşên xwe bihêz dikin û bereketa wan zêde dibe û careke din vedigerin Wanê."

Dundar got ku zehmetiya herî mezin a ku dikişînin koçberî ye û gelek lêçûnên wan çêdibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dahatuya me li gorî hejmara mêşan diguhere. 2 salan baş be sala 3'yemîn ne baş e. Piştgiriya dewletê pir kêm e. Li hevr gavên ku em divêjin pereyên me diçe. Ji bo kamyona ku em digirin nêzî 4 hezar TL didin. Dîsa bi vî buhayê em tînên Weysel Qaranî ya Sêrtê, ji wir jî tînin Wanê. Demeke em li Wanê dimînin û diçin zozanan. Gelek pere em ji bo nakliyeyê xerc dikin."

Qedexeya zozanan mêşvanan mexdûr dike

Dundan anî ziman ku her sal diçin Enedeye jî û ev 3 salên dawî ne ku dermanên ku di qada çandiniyê de tê bikaranînin dibe sedema mirina mêşan û nirxandina "divê Midûriyeta Çandiniyê û rayedar bi awayeke baş û bi kontrol dermanan bi kar bînin û bikaranîna deramnên çandiniyê kontrol bikin" kir. Dundar derbirî ku ji ber konsepta şer a ku hikûmeta AKP'ê daye destpêkirin û bombekirina zozanan nikarin wan dikar bi kar bînin û heke şer û qedexeya zozanan berdewam bike êdî nikaribin vî karî bikin.

Dermanên tên bikaranîn mêşan dikujin

Serokê Yekîtiya Hilberînerên Hingiv ê Îpekyolu Yusuf Ocal jî diyar kir ku gelek pirsgirêkên mêşvanan hene û mêşvanên ku diçin bajarên wekî Edene û Mêrsînê ev çend salên dawî ne ku ji ber dermanên tên bikaranîn mexdûr dibin. Ocal wiha got: " Ocal xwest rayedar dermanên ku zirarê didin mêşan neyên bikaranîn û kontrol bên kirin.

Hingivên ku li televîzyonan tên firotin bûhayê kêm dike'

Ocal destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên mêşvanan jî hingivên erzan ên li televîzyonan tên firotin in û wiha got: "10 kîlo hingiv bi 10 TL'î difiroşin. Bi vî buhayê hingiv nayê hilberandin. Hingivên erzan ên li televîzyonan buhayê hingiv kêm dike. Mêşvanên me ji ber ku her tim koç dikin gelek pereyê naqliyeyê dikin. Pirsgirêkeke din jî piştgiriya dewletê kêm e. Ji bo mêşvanan ji her kewarê mêşan 10 TL alîkarî didin. Ev pir kêm e.Salê 10-12 hezar TL ji bo naqliyeyê tê dayîn. Em dixwazin dewlet piştgiriyê bide û pirsgirêka dermanan a Çukurovayê bê çareserkirin."(diha)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.