• Diyarbakır4 °C
  • Batman-1 °C
  • Mardin6 °C
  • Bingöl-4 °C
  • Bitlis-4 °C
  • Elazığ2 °C
  • Erzincan-8 °C
  • Şanlıurfa9 °C
  • Erzurum-15 °C
  • Ağrı-7 °C
  • Gaziantep6 °C
  • Hakkari0 °C
  • Muş-5 °C
  • Siirt0 °C
  • Van-4 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Koçer astengiyan di çirînin!
04 Ocak 2014 Cumartesi 12:53

Koçer astengiyan di çirînin!

Koçerên azadiya wan tê astengkirin: Ligel her tiştî em ji vê jiyanî hez dikin

Tengezariya herî zahmet a koçerên ku ji Bedlîsê heta kontara Çiyayê Cudî ya navçeya Slopî bi meş hatine, di dema derbasbûnê de hem ji hêla dewletê û hem jî ji hêla xwedanên erdan stendina pereyên kozê ye. Koçer, diyar dikin ku ligel hemû zahmetiyan ji bo wan jiyana çiya ya herî xweş e. 

ŞIRNEX - Koçerên ku di mehên havînê de li heremên Bedlîs, Wan, Colemêrgê di konan de dixwazin azad bijîn, di mehên zivistanê jî bi mehan carinan bi kamyonan û ya herî zêde jî bi meşê pezên xwe re bi heremên Êlih, Mêrdîn û Şirnexê ve konên xwe deyinin e. Koçerên ku îsal ji Bedlîsê bi meşê heta qontara Çiyayê Cudî ya li ser navçeya Silopî ya Şirnexê ye hatine, tengezariya wan a herî mezin ew e ku hem ji hêla dewletê hem jî ji hêla xwedanên erdan ve di bin navê "koz" ê de berdela derbaskirina pez tên standin e. Jinên Koçer ku di bin qontarê Çiyayê Cûdî konên xwe vedane, ji aliyekî ve di nava lebateke şêrîn a ji bo şîv bigihijînin ji zarokên xwe re, li alê din de jî di nava hewildana berxikên berdane nava pezan veqetîne û bixe binê govan. Li navçeya Silopî, terza jiyana Koçerên bi menzareya xwezaya çiyayê Cûdî re bûye yek, dîtbariyek balkêş derdixe holê. 

'Ji bo me jiyana çiya herî xweş e'

Gulîstan Elçîçek ku ji aliyekî ve berxikan ji dayikên wan vediqetîne û ji aliyê din ve pirsan dipersivîne, diyar kir ku nêzî 2 berê ew bi pezên xwe re ji Bedlîsê di ser Sêrtê de bi meş hatine heta Silopiyê. Elçîçek, da zanîn ku ew di qontarên çiya de pezên xwe diçêrîn in. Elçîçek, wiha dibêje: "Em di havînê de bi mehan li zozanan pezan xwedî dikin. Her tim di nava lebatê de ne. Her tim li her derî ne. Di nav bera çiya û bajaran de diçûn û tên. Lê yê herî xweş her çiqas ji bo hin kesan rewşek nebaş be jî, em jiyana çiya tînin bajaran. Ji bo me jiyana çiya herî xweş e." 

'Bes ev pereyên derbasbûnê jî tunebûna...'

Emîn Elçîçek jî, diyar kir ku ew avahiyên bajêran his nakin û ev tişt gotin: "Em her sal di mehên havînê de ji bo sewalên xwe 20 hezar TL pereyên zozanê didin, 20 hezar TL jî ji bo kozê ya li Êlih, Mêrdîn û Slopiyê didin. Her wiha li van deran ji ber em 3 meh ser hev sewalan di govan de xwedî dikin berdela êm û ka didin. Bi van re pereyên derman û veterînerê jî hewildanekî van e. Wek e ev nebesbin di her mehên biharê de di vegerê de li ser erdên gundiyan de dema em derbas dibin bedela derbasbûnê jî didin." 


kocer.jpg

kocer3.jpg

kocer-1.jpg


 

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim