1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Kochavi: Li Tirkiyê sê baregehên El-Qaîdeyê hene
Kochavi: Li Tirkiyê sê baregehên El-Qaîdeyê hene

Kochavi: Li Tirkiyê sê baregehên El-Qaîdeyê hene

Generalê Îsraîlî Aviv Kochavi îdîa kir ku li Tirkiyê sê baregehên El-Qaîdeyê hene.

A+A-

Navenda Nûçeyan

TELAVIV - Berpirsyarê Îstîxbarata Leşkerî ya Artêşa Îsraîlê Aviv Kochavi di konferansa ewlekariyê ya li Tel Avîvê de axaftinek kir û got: ‘‘Li Tirkiyê sê barehên El-Qaîdeyê hene.’‘

General Aviv Kochavi ji Reutersê re ragihand ku endamên El-Qaîdeyê yên ji bo şer diçin Sûriyê li wir namînin û di ser welatê endamê NATO’yê Tirkiyê re dikarin derbasî Ewropayê bibin.

Kochavi derbarê vê mijarê de nexşeyek nîşan da û diyar kir ku nuqteyên sor ên li ser nexşeyê hatine nîşandan, baregehên El-Qaîdeyê ne. Reutersê diyar kir ku li gor nuqteyên hatine destnîşankirin xwiya ye ku baregehên mijara gotinê li Karaman, Osmaniye û Rihayê ne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Tanjû Bîlgîç jî ragehand ku li Tirkiyê tu bargehên El-Qaîdeyê nînin.

 

Bu haber toplam 570 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.