1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Koma Cajûnan Pine Leaf Boys li Amedê konserê dide
Koma Cajûnan Pine Leaf Boys li Amedê konserê dide

Koma Cajûnan Pine Leaf Boys li Amedê konserê dide

Koma Muzîka Pine Leaf Boysbi hevkariya Konservatura Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 10ê Berbanbarê roja sêşemê saet 19:00ê li Navenda Çandê ya Cegerxwîn dê konserekê li dar bixin.

A+A-

Koma Muzîka Pine Leaf Boys (Zarokên Pelên Dara Qajê) ku stranên Cajunên kalên Fransizan ku berî sedsalan koçî Bakurê Amerîkayê bûne dibêjin, bi hevkariya Konservatura Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 10ê Berbanbarê roja sêşemê saet 19:00ê li Navenda Çandê ya Cegerxwîn dê konserekê li dar bixin.

Koma muzîka Cajûn Pine Leaf Boys ku çar caran bûne namzetê xelata Grammy, ji bo hin serdan, atolye û konseran tê Amedê. Cajûna ku bi şêwaza xwe ciwan û nifşên pêşerojê digihîne hev, bi pêşkêşiya xwe ya enerjîk, bi arenjeriya bi bîr dibe, stranên kalîsk şîrove dike.  Koma ku kovara navdar a Amerîkî New York Timesê “Pira ciwan û nifşên berê digihîne hev” binav kirî, di repertuara xwe de cih dide hosteyên berê yên zêde nayêne nasîn. Kom heta niha li welatên Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Yekgirtî yên Erebî, Urdun, Litvanya, Danîmarka, Slovenya, Ozbekîstan û Qirxizistanê geriyaye û muzîka cajûnê daye nasîn.

Pine Leaf Boys dê digel xwendekarên muzîkê yên Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran ku bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye, atolyeyekê jî li dar bixe û dê 10ê Berbanbarê roja sêşemê saet 19:00ê li Navenda Çandê ya Cegerxwînê konserekê bide.

Koma cajûnjen dê heta 14ê berbanbarê li Tirkiyeyê be û piştî Amedê dê li Enqere, Edene, Mêrsîn û Stenbolê jî konseran bide. Ligel komê çav li rê ye ku rayedarên Balyozxaneya Edene ya DYAyê jî di konserên herêmê de amade bin.

Koka Cajûnan

Cajûn li eyaleta Louisiana ya DYAyê dijîn, koka wan berê digihêje Fransayê paşê digihêje Kanadayê. Berî li Louisianayê bi cih bibin, cajûnan zimanê xwe Fransiya cajûnî pêş xistiye, kenseşopî û dab û nêrîtên xwe parastine.   

 

 

Bu haber toplam 517 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.