• Diyarbakır10 °C
  • Batman8 °C
  • Mardin12 °C
  • Bingöl3 °C
  • Bitlis4 °C
  • Elazığ6 °C
  • Erzincan2 °C
  • Şanlıurfa12 °C
  • Erzurum0 °C
  • Ağrı-2 °C
  • Gaziantep11 °C
  • Hakkari2 °C
  • Muş-1 °C
  • Siirt11 °C
  • Van5 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Komela Îslamî: Mafê kurdan jî heye rêveberiyeke wan hebe
20 Kasım 2013 Çarşamba 15:27

Komela Îslamî: Mafê kurdan jî heye rêveberiyeke wan hebe

Endamê civata çavdêrî û şopandinê yê Komela Îslamî ya Kurdistanê Zana Rusteyî diyar kir ku mafê kurdan heye li Rojava bibin xwediyê rêveberiyekê û nabe ew rêveberî di berjewendiyê ti dewletekê de be.


HEWLÊR– Endamê civata çavdêrî û şopandinê yê Komela Îslamî ya Kurdistanê Zana Rusteyî der barê geşedanên siyasî yên li Rojava de ji DÎHA’yê re axivî. Rusteyî, anî ziman ku mafê kurdan heye bibin xwedî rêveberiyekê û wiha got: “Em wekî Komela Îslamî ya Kurdistanê bi her awayî, çi li bakûr, rojhilat û rojava ligel mafên rewa yên gelê xwe ne. Wekî her gelekê mafê kurdan jî heye rêveberiyeke wan hebe.”

Têbiniya me li ser mekanîzmeya rêveberiya demkî heye

Rusteyî têbiniyên partiya xwe yên li ser rêveberiya demkî ya li Rojava hatî ragihandin eşkere kir û wiha got: “Wekî Komeleya Îslamî têbiniya me li ser mekanîzmeya wê rêveberiyê heye. Ya giring ew e divê hemû partiyên çalak ên Rojava di biryaran de beşdar bibin û ti kes neyê paşguh xistin. Nabe ew rêveberî li dijî şoreşa Sûriyê be. Divê ew rêveberî ji bo parastina navçeyên Kurdistanî be û ji şer dûr bêxe.”
Endamê civata çavdêrî û şopandinê yê Komela Îslamî Rusteyî, bilêv kir ku divê ew rêveberî were parastin û wiha pêdeçû: “Nabe bi ti awayî peywendiya wê rêveberiyê bi rejîma Beşar Esed ve nebe, ji ber ev rejîm rûpelekî reş di dîroka mirovatiyê de tomar dike. Ger peywendî bi wê rejîmê ve hebe, bi ti awayî nakeve berjewendiyên gelê kurd. Ne ligel wan şer û ne jî aştiyê bikin. Ger ew rêveberî ji bo parastina rûniştvanên wê navçeyê be û bi alîkariya hemû aliyên kurdî yên li Rojava be, karekî başe û divê were parastin.” 
Divê şandekî Kurdistanî tevlî Cenevre 2 bibe
Li ser beşdarbûna kurdan a di kongreya Cenevre 2 de jî, Zana Rusteyî wiha got: “Em ligel wê yekê ne şandekî Kurdistanî ku nûnertiya kurdên Rojava bike, tevlî kongreya Cenevre 2 bike û ji bo bikare parastina kurdan bike.” 
Li ser hevkirina serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan a ji bo nenaskirina rêveberiya demkî ya li Rojava jî Rusteyî wiha got: “Nêrînên cûda di navbera PDK û PYD’ê de hene. Li ser wî bingehî jî Kongreya Netewî ya Kurd hat taloqkirin. Em hêvîdarin ku ev pirsgirêk werin yekalîkirin, ji ber di dîrokê de derdê kurdan parçebûn û jihevtênegihiştin bû. Rewşa niha ya navbera başûr û rojava de, bi taybet jî serokê Herêma Kurdistanê (Mesûd Barzanî) helwestekî nerênî li ser PYD’ê heye û ev jî ne di xizmeta gelê me de ye.”
Divê em piştgiriya Rojava bikin
Endamê civata çavdêrî û şopandinê yê Komela Îslamî ya Kurdistanê Zana Rusteyî destnîşan kir ku divê pirsgirêkên navbera PYD û PDK’ê de werin çareserkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê ev pirsgirêk di demekî herî zû de werin çareserkirin, başûr û rojava ji daxwazên hev fêm bikin. Divê em piştgiriya Rojava bikin, nekû li dijî wan derbikevîn. Divê em wekî gelê kurd ne di berjewendiya ti dewletekê de bin, ne Sûriye, ne Iraq, ne Tirkiye û ne jî Îran. Pêwîste berjewendiyên me li pêşiya her berjewendiyekê de be. Nabe em di tu peymanan de ligel welatekî biyanî û li dijî gelê xwe bibin alîgir. Ev xalekî xirab e û dîrok wê wekî xalekî nerênî tomar bike.” 

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim