• Diyarbakır7 °C
  • Batman5 °C
  • Mardin12 °C
  • Bingöl3 °C
  • Bitlis-2 °C
  • Elazığ4 °C
  • Erzincan0 °C
  • Şanlıurfa11 °C
  • Erzurum-3 °C
  • Ağrı-7 °C
  • Gaziantep10 °C
  • Hakkari-2 °C
  • Muş-3 °C
  • Siirt5 °C
  • Van-1 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Komisyona Pêvajoya Çareseriyê li Vanê ye
20 Kasım 2013 Çarşamba 15:19

Komisyona Pêvajoya Çareseriyê li Vanê ye

Endamên Komisyona Lêkolînên Parlementoyê ya TBMMyê li Vanê bi serokên rêxistinên sivîl, malbat û rûspiyan re hatin bal ev.

WAN - Endamên Komisyona Lêkolînên Parlementoyê ya TBMMê ya ku ji bo Nirxandina Pêvajoya Çareseriyê û Lêkolîna Rêyên Aştiya Civakî hat damezrandin, li Vanê bi serokên rêxistinên sivîl, malbat û rûspiyan re hatin bal ev.

Endamên komisyonê bi serokatiya Parlementerê AK Partiyê yê Amasyayê Nacî Bostanci, li otêlekê li bajêr bi malbatên leşker, PKKyî, nûnerên rêxistinên saziyên civaka sivîl û bi rûspiyan re hevditînên rû bi rû kir. 

Piştî hevdîtinên bi endamên komisyonê re Sekreterê Lijneya Kordînasyona Vanê yê Odeya Endezyar û Mîmarên Tirkiyeyê Şemsettîn Bakir daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku lijneyê guh da nêrînên me yên der barê pêvajoya çareseriyê de. Bakir got ku me ragihand ku kurd ji bo aştiyê bi israr in û divê ku pêvajo bi awayekî erênî bi encam bibe.  

‘Divê her kes berpirsyariyê bigire liser milên xwe’

 

Endama Dayikên Aştiyê Vasfiye Kiye jî diyar kir ku hevdîtinan de bal kişandin ku divê her kes berpirsyariyê bigire liser milên xwe û ji bo aştiyê çi ji destan bê, bike û got ku heta li Tirkiyeyê aştî çênebe û pirsgirêk neyên çareserkirin dê mirov rehet nebin. Kiye diyar kir ku li vî welatê ev 30 sal in ku dayik digirîn û got ku "em wek dayikên aştiyê, dayikên leşker û polêsan dixwazin ku xwîna dirêje raweste. Em dixwazin gund bên bipêşxistin, her kes vegere gundên xwe, astengiyên li ser zimanê me bên rakirin. Em ji nûçeyên mirinê kerixîn. " 

‘Hem bavê leşker e, hem jî yê PKKyî ye’ 

 

Bavê Turgay Çalenê ku tev li rêxistinê bû û di sala 2012an de di pevçûnekî de mir, Mahîr Çelen jî got ku divê li Tirkiyeyê berî her tiştê aştî bê pêkanîn, ji ber vê yekê girîngiyê dide civînên bi vî awayî. 

Çelen bal kişand ku divê girîngiya jiyana mirov bizanin û wiha axivî: "Dema mirovek dimire hin kes kêfxweş dibin. Par kurekî min li leşkeriyê yek jî li çiyê bû. Bira birayî dikuje, Xwedê êşeke wisa nîşanê kesî nede. Me bi salan bi hev re têkoşîn kir, tenê yên li rojava ev welata xilas nekirin, li Çanakkaleyê bi hezaran wanî û hekkariyî hene. Em êdî naxwazin ku zarokên tu kesî bimirin." 

 

(aa)

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim