1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Komkujiya Parîsê wê li Hewlêr were şermezar kirin
Komkujiya Parîsê wê li Hewlêr were şermezar kirin

Komkujiya Parîsê wê li Hewlêr were şermezar kirin

Komkujiya Parîsê dê îro li Hewlêre li ber Sefaretxaneya Fransa were şermezar kirin. Ji bo çalakiya ku ji aliyê RJAK’ê ve pêk bê banga tevlîbûnê hat kirin.

A+A-

HEWLÊR– Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) ji bo şermezarkirina qetilkirina her sê jinên siyasetmedar ên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî) ku 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin dê îro li Hewlêrê çalakiyê pêk bînin. Qetilkirina sê jinên siyasetmedar a li bajarê Parîsê ku heta niha hêj nehatiye ronîkirin bi girseyît ê şermezarkirin. Saziyên kurdan û dostên Kurdan ji bo zelalkirina bûyerê parîsê di nava çalakiyan de ne û dixwazin demek ji ya din zûtir bûyer bê zelalkirin û hêzên veşartî yên li pişt vê bûyera tarî bên aşkere kirin. Bi vê bûneyê weke hemû deverên Kurdistan û Cîhanê li bajarê Hewlêrê jî gelê Kurd ji bo şermezarkirina ‘Komkujiya Parîsê’ aşkerekirina hêzên li pişt komkujiyê bên aşkere kirin wê çalakiyê li darbixe. Çalakî wê 9’ê Çile saet di 10:00’an de li Parqa Minare dest pê bike û çalakvan heta ber Sefaretxaneya Fransa bimeşin. 

RJAK’ê ji bo beşdarbûna meşê bang li gelê Kurd û aliyên aştîxwaz kir ku tevlî çalakiya 9’ê Çile bibin. 

Bu haber toplam 787 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.