1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Konferansa navnetewî ji bo Suriyê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Konferansa navnetewî ji bo Suriyê

A+A-

Konferansa navnetewî ji bo Suriyê

Gabar ÇIYAN

Li Suriyê, bi taybetî herêma ereban rewşa xelkê pir xirab e. Deverên di bin kontrola hêzên muxalîf de, çûn û hatin bi sînor e. Xelk birçî ye. Pirsgirêkên sihetê zêde dibin, derman kêm in an peyde nabin. Tirs, tehdît û lêdan beşek ji jiyanê ne. Heman tişt kêm zêde li aliyê rejîma Esad kontrol dike jî hene.

Mintîqa di bin destê ISIS ê de, îzolebûyî ye. Li bazarê xwarin û vexwarin peyde dibe an na, siheta xelkê çawa ye, mirov nizane. Anku agehdariyê belav dibin zêde ne bi ewle ne.

Di 5 salên dawiyê, ji ber şer 220 hezar kesan jiyana xwe ji dest da. 7 milyon kes bûn penaber. 2 milyon zarok nikarin herin dibistanê. Li gelek deverên Suriyê, ji ber hejariyê qala mirina ji birçîbûnê tê kirin.

Pirsa herî mezin, alîkarî çawa dikare yekser bighêje destê kesên muhtac e. Bi destê kîjan saziyê dikarin vê xebatê bidin kirin e. Ji ber ku li Suriyê ruşwet û dizî di dezgehên fermî de heye, baweriya bi saziyan kêm e.

Alîkariya herî mezin divê here ji bo avakirina welêt. Gelek bajar û gund para xwe ji xirabûnê girti ne, xanî ji ber bomberankirinê xirap bûne. Xetên av û elektrikê kar nakin, dibêjin beşek ji saziyên însanî.

Sibê li Kuweytê, konferansek navnetewî ji bo alîkariya Suriyê li dar dikeve. Du konferansê bi heman armancê berî niha bibûn. Sozên ji bo alîkariya aborî dabûn, bi cî nehanîn. Pisporên pirsê, qala hewcedariya 8 milyar dolaran dikin.

Konferans di rêvebiriya Netewên Yekbûyî, Sekreterê Giştî Ban Ki-Moon dicive. 78 welat beşdarî konferansê dibin. Zêdeyî 40 saziyên însanî dê amade bibin. Pirs dê piralî bê niqaş kirin. Îro li ser pirsê, Wezîrê Karê Derve yê Swêdê Margot Wallström giringiya alîkariyê anî zimên û bi xwe soza 1.5 milyar kronan da.

Li Suriyê tenê kantonên Rojavayê Kurdistanê bi ewle ne. Stabîl in. Kobanî û gelek deverên din ji ber êrîşa ISIS ê xirap bûne. Pêwîstiya kurda bi alîkariya aborî heye.

Kurd li derveyî welêt, ji aliyê xebata lobiyê ve rojbiroj bi hêz dibe. Divê tevayê hêza xwe bikin yek ku, beşek mezin ji vê alîkariyê biçe rojava. Rojava û şervanên kurda, garantiya demokrasî û mafê mirovan li herêmê ye. Divê ji aliyê ewlekariyê xurtir bibe. Rewşa bazarê pêş bikeve. Nexweşxane baştir bibin...

 

Bu yazı toplam 535 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.