1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Kontraterorîzm û ewlekarî
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Kontraterorîzm û ewlekarî

A+A-

Brîtanya Mezin jî bi qasî Swêdê û gelek welatên ewropî di bin tehdîta şervanên biyanî de ye. Tehdît mezin dibe. Gelek misilmanên ciwan, ne ji nezanî, lê bi zanatî radîkal dibin û ji bo şer diçin bakurê Efrîka û Rojhilatanavîn. Bi qasî radîkalîzekirina wan, beşdarbûna wan ji Ewropayê û wegera wan bo Ewropayê bi xeter e, dibêje Paul Johnston, sefîrê Brîtanya Mezin li Swêdê.

Di eslê xwe de banga wî di rojnemayek Swêdê, SvD de, ne tenê ji bo hikumeta Swêdê ye. Xurtkirina hevkariya navnetewî, lê bêhtir di nav welatên mutefîk de daxwaz dike. Tenê ji Ingilzîtanê 500, ji Swêdê û welatên Yekîtiya Ewropayê bi sedan kes tevlî hêza "Dewleta Islamî-DI"yê bûne. Beşdariya hemwelatiyên ewropî di kom û hêzên terorî û vegera wan ji eniya şer bo welatên yekîtiyê, xeter û rîskên mezin pêk dihêne. Ji bo çûn û hatina wan bixin bin kontrolê, di meha mijdarê de qanûna "kontraterorîzm û ewlekarî"yê pêşkêşî parlementoya Brîtanyayê kirin.

Ev ne reaksiyona dijberiyê ye. Stratejiyek hizirkûr û hedefnas e. Qanûn garantiyek e ji bo istixbarat û daîreyên şerê hişkiyê dikin, ku bi piştgiriya hiqûqî, xeterên li dijî ewlekariya welêt nas bikin û şerê wan bikin, dibêje sefîr Johnston.

Pir eşkereye û zelal e. Pêl û şîdeta terorîzma nû bi armanc û pêkanîna xwê, ji a berê guhertî ye. Birêkûpêktir dixebitin. Ji aliyê aborî ve xwedî mecal in. Çekên xwe girnantir in. Giringiyê didin perwerdê. Piştgiriyek xurt ji derve û hundir digrin. Di şîdet û hişkiyê de sînor û pîvanên exlaqî nas nakin. Şerê li dijî wan ne hêsan e. Di vê çarçoveyê de dîtîna Brîtanya Mezin, ku hevkarê nêz yê Emerîka, xwedî hêz di Yekîtiya Ewropayê û cîhanê de ye, li ser pirsê giring e. Polîtîka Ingilîztan li dijî terorîzma derveyî sînorê welêt, xwe bi nû dike. Siyaseta dewletê li hemberî hevkar û hevalbendên terorîstan li Ingilîztanê, sînyalên nû û giring didin mirovî.

Di şerê li dijî terorîzma "Dewleta Islamî-DI" de, îtîfakek xwezayî di nav kurd û welatên rojava de pêk hatiye. Lewma ji bo me raçavkirin, analîz û tercume kirina sînyalên nû li ser pirsê giring e.

Li gorî sefîr, tedbîr, ji nasîna kesên dixwazin ji Ingilîztanê herin û tevlî komên mîna Dewleta Islamî bibin dest pê dike. Şopandina wan berî tevlîbûnê û rêgirtina tevlîbûna şer esas tê girtin. Ji ber poşmanî an sedemên din, vegera terorîstan ji Rojhilatanavîn bo Ingilîztanê, girtina riyên hatinê û paşgirtina mafê hemwelatiyê ji destê wan jî tê rojevê. Xebatên li dijî rêkxistinên teşwîkêr, sînorkirina çalakiyên wan, kontrola çûn û hatina aboriyê jî tê rojevê. Çavdêriya rêwiyên xetên deryayî, esmanî û bejayiyê dê tekûztir û xurtir bibe. Raçavkirina internet, ragihandinê û hilweşandina weşanên bi xeter dê bibe karê rojane û sîstematîk. Nêzîkbûna welatên hevkar li hev û xurtkirina hevkariya li dijî terorê dê zêdetir bibe. Qedexekirina çûn û hatina kesên bi şik û şuphe bo welatên hevkar jî tê rojevê...

 

 

Bu yazı toplam 556 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.