1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Krîza serdana Erdogan ya Almanyayê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Krîza serdana Erdogan ya Almanyayê

A+A-

        

Serokwezîrê Turkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo pîrozkirina 10 saliya "Yekîtiya Demokratên Turk li Ewropayê-UETD" di 24 gulanê li bajarê Almanya Kolnê, Arena Lanxess ê axaftinek kir.

Erdogan li ser mijarên entegrasyonê, endambûna Turkiyê ya Yekîtiya Ewropayê-YE, têkiliyên Almanya û Turkiyê, azadiya çapemenî, xwepêşandan û xweîfadekirinê li Turkiyê û nêzîkbûna medya Almanya li pirsê axifî. Wî ji turkên Almanya xwest ku, ji aliyê entegre, siyasî û aborî ve hêz û beşdarbûna xwe xurtir bikin. Lê asîmîle nebin. Bal kişand ser hilbijartina Parlamentoya Ewropayê-PE û xurtbûna hêzên neteweperest di PE de. Bi zimanek sergirtî, dermankirin û çaraseriya pirsgirêkê bi endambûna Turkiyê ya YE mûmkûn dît. Xwest bêje ku, Turkiyê bi rengê xwe dikare bandorek erênî li YE bike. Erdogan qala dostaniya turk û almana, hevkariya bazirganî û siyasî kir. Anî zimên ku, ji bo xurtkirina tekiliyan ew ê xebatê bikin. Li ser azadiya xwepêşandan, xweîfadekirin û çapemeniyê xebat tê kirin. Turkiyê rêz û hurmetê ji hemu şiklên azadiyê re digre û ew ê ji bo pêşketina wan  bixebitin.

Berî û piştî serdana Erdogan, gelek ji siyasetvan û medya almana bi neyênî nêzî serdana wî bûn. Sernivîsa rojnameya "Bild"ê dîtina raya giştî wisa formule dikir: "Hatina te ya vir ne bi dilê gelek kesan e. Lewma em nikarin bixêrhatina te bikin."
Rexneyên medya û siyasetvanê almana ji du xalan pêk dihat:
- Pêlkirina mafê mirovan, azadiya xweîfadekirin, xwepêşandan, çapemenî û rojnamevaniyê û derengmayîna reformên demokratîk
- Mudaxeleya entegreya penaberên li Almanya

 

Weke tê zanîn, Erdogan di serdana xwe ya 2008 an de jî li Almanyayê qala asîmîlasyonê kiribû û asimîlasyon weke sucê mirovahî nîşan dabû. Di vê serdanê de jî peyva "asimilasyon"ê dubare kir.

Siyasetvan û medya almana, nêzîkbûna Erdogan bi neteweperestiya wî ve girêdan. Nêrîna wî li ser mafê mirovan, şaş hate dîtin. Li gorî almana, Erdogan ji fêdê bêhtir, zerar û ziyanê dighêjîne qonaxa entegreya biyaniyên li Almanya. Ji partiya CDU yê Thomas Strobl anî zimên ku, "hatina Erdogan alîkariya entegrasyonê nake. Nehatina wî ji hatina wî baştir e. Nêzîkbûna wî li azadiya xweîfadekirin, çapemenî û rojnamevaniyê nikare bê fêmkirin."
Edîtorê giştî yê rojnameya Bild ê Kai Diekmann sedema sernivîsa Bild ê wisa şirove kir: "Me nameyek eşkere ji Erdogan re nivîsî. Name li ser têkiliyên YE û Turkiyê ku serdestiya hiquqê esas digire, hatibû formulekirin. Me xwest em bêjin ku, hukumeta wî, sîstemek hiqûqî ku zelal û adîl be, tê de azadiya xweîfadekirin û xwepêşandanê hebe û hesap pirsîn hêsan bibe, ji xwe re nake program û derd. Erdogan naxwaze vê rastiyê bibîne û bi hişkî diçin ser medyayê..."

Serdana Erdogan û dîtînên wî çiqas bibe cihê niqaşê jî, nikare rastiyekî bide guhertin: Parastina mafê mirovan, azadiya çapemenî û rojnamevaniyê bi peymanên navnetewî hatine parastin. Turkiye ne bêalî ye, gelek ji van peymanan pejirandiye û îmze kiriye. Şiroveyên medyayê li ser mafê mirovan, zexta dewlet û rêkxirawên însanî li ser Turkiyê, ne mudaxeleya nav karê Turkiyê ye. Welatên demokratîk, erk û wezîfeya xwe bi cî dihênin. Ji xirabiyê bêhtir, qenciya Turkiyê dixwazin. Peydekirina metodên şaş ji bo bêdengkirina welatên demokratîk, medya û rêkxirawên mafê mirovan, ne çaraserî ye. Rêya çaraseriyê, pêkanîna reformên hiqûqî û rêzgirtina mafê mirovan li Turkiyê û Kurdistanê ye.

 

 

Bu yazı toplam 680 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.