1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. ’Kurd bi du şandan tevlî Cenevre-2 dibin’
’Kurd bi du şandan tevlî Cenevre-2 dibin’

’Kurd bi du şandan tevlî Cenevre-2 dibin’

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ehmed El-Cerba ragehand ku dê Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi du şandên cuda tevlî civîna Cenevre-2 bibin.

A+A-

Hewlêr (Navenda Nûçeyan)- Ehmed Asî el-Cerba ku pêr (18.12.2013) li ser vexwendina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şandekê gehiştin Hewlêrê, îro (20.12.2013) serdana Kampa Kewirgosk a nêzîkê bajarê Hewlêrê kir û ji nêzîk ve agehdarê rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê bû.

El-Cerba di çarçoveya vê serdanê de daxwiyaniyek da Frans24 û diyar kir ku dê Kurd bi du şandan tevlî Cenevre-2 bibin û got: “Ev pirs misoger bûye.” El-Cerba tekez kir ku dê şandek ligel Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyonê biçe civînê û şandek jî dligel rejîma Esed tevlî Cenevre-2 bibe.

Ji aliyek din ve û li gor malpera Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, El-Cerba daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê kiriye ku alîkariya Hevpeymaniye bike ji bo vekirina ofîsekê li nêzîkê sînorê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de ji bo alîkariya penaberan.

Ehmed El-Cerba û şanda pêre doh (19.12.2013) ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya û rewşa Sûriyê û pirsa awayê beşdarîkirina Kurdan di Cenevre-2 de gotûbêj kirin, herwiha ligel Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) jî civiya.

 

Bu haber toplam 533 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.