• Diyarbakır4 °C
  • Batman-1 °C
  • Mardin6 °C
  • Bingöl-4 °C
  • Bitlis-4 °C
  • Elazığ2 °C
  • Erzincan-8 °C
  • Şanlıurfa9 °C
  • Erzurum-15 °C
  • Ağrı-7 °C
  • Gaziantep6 °C
  • Hakkari0 °C
  • Muş-5 °C
  • Siirt0 °C
  • Van-4 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Kurd bi hev re tevlî Cenevre-2 dibin
18 Aralık 2013 Çarşamba 11:39

Kurd bi hev re tevlî Cenevre-2 dibin

Piştî demek dirêj duh carekî din li Hewlêrê di navbera Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de hevdîtinan dest pê kir.

HEWLÊR -Herdu meclisên (MGRK û ENKS) ku Desteya Bilind a Kurd (DBK) pêk tînin, ji ber pirsgirêkên demek dirêje di navbera wan de hene hevdîtinên navbera wan de rawestiyabûn. Piştî demek dirêj, duh MGRK û ENKS cara yekemîn li Hewlêrê hatin ba hev. Hevdîtinên duh saet 09.00’an dest pê kirîn, heta saet 01.00’an dom kir. Hevdîtinên roja yekemîn qasî 16 saetan dom kir. Di hevdîtinan de mijarên weke; beşdarbûna kurdan a bi hev re di Cenevre-2 de, Rêveberiya Demkî ya li Rojava hatî îlankirin, vekirina dergehê Sêmalka, berdana hinek girtiyên piraniya wan endamên El-Partî û Partiya Azadî û lêkolînkirina hinek bûyerên berî niha rûdayîn hatin guftûgokirin.

Di hevdîtinên roja yekemîn de MGRK û ENKS gihiştin wê encamê ku bi hev re beşdarî Cenevre-2 bibin. Hat zanîn ku herdu encûmenan biryar girtin ku kurd bi şandekî serbixwe tevlî Cenevre-2 bibin, lê ger hêzên navneteweyî vê yekê nepejirînin di nava mûxalifeta Sûriyê de beşdar bibin. Herwiha di civînê de biryar hat girtin ji bo hinek bûyerên ku berî demekê li Rojava rûdayîn, komîsyonekî lêpirsînê were avakirin.

Yek ji pirsgirêkên di navbera ENKS û MGRK’ê de, rewşa piraniya wan endamên El-Partî û Partiya Azadî ku li Rojava demekî dirêjin ji aliyê hêzên asayîşê ve girtî jî hat guftûgokirin. Tevî ku ENKS wekî mercê yekemîn berdana wan kesan danî jî, MGRK xwest ku kesên li Til Hasil, Heleb, Efrîn, berî wê jî li gelek cihan di êrişên li dijî kurdan de pêşengtiya partiyên Îslamî kirîn û rê nîşa wan dayîn jî werin lêkolînkirin. Endamên MGRK’ê diyar kirin ku berdana kesên behsa wan tê kirin, mijara asayîş û darazê ye û ne biryarekî siyasiye, ji ber vê yekê di vê mijarê de ti biryar nehatin dayîn.
Li gor agehdariyan yek ji pirsgirêkên herî giring a di navbera Herêma Kurdistan û Rojava de jî, mijara vekirina dergehê sînor ê Sêmalka ye. Di nava agahdariyên hatine wergirtin de ji bo vekirina dergehê Sêmalka divê mercên ENKS’ê werin pejirandin û ger MGRK’ê jî van mercan nepejirîne di mijara vekirina dergehê Sêmalka de li gel Rêveberiya Herêma Kurdistanê negihiştine lihevkirinekê.

Mijarekî din a di civînê de hatî guftûgokirin jî, mijara rêveberiya Demkî ya berî Demekê li Rojava hatî ragihandin bû. Di hevdîtina mijara ENKS jî tevlî Rêveberiya Demkî bibe hatî guftûgokirin de, ji ber ENKS tevlîbûna xwe nîşan nedayîne negihiştine fikrekî hevgirtî.
(ANF)

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim