• Diyarbakır32 °C
  • Batman34 °C
  • Mardin35 °C
  • Bingöl30 °C
  • Bitlis26 °C
  • Elazığ30 °C
  • Erzincan30 °C
  • Şanlıurfa33 °C
  • Erzurum26 °C
  • Ağrı26 °C
  • Gaziantep31 °C
  • Hakkari22 °C
  • Muş28 °C
  • Siirt32 °C
  • Van23 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Kurd bi yek şandê beşdarî Cenevre-2yê dibin
25 Aralık 2013 Çarşamba 13:19

Kurd bi yek şandê beşdarî Cenevre-2yê dibin

Her du civatên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê li ser beşdarbûna bi yek şandê li Kongreya Cenevre-2yê li hev kir.

HEWLÊR (Navenda Nûçeyan) - Di civîneke çapemeniyê de ku li Hotêla Shareton a Hewlêrê îro hat lidarxistin, her du civatan perdeya razê ya li ser encama dawî ya civîna xwe rakir.
 
Civîna çapemeniyê bi axaftina Hemîd Derbendî Berpirsê Dosyeya Rojavayê Kurdistanê li Serokatiya Herêmê dest pê kir. Derbendî di vê axaftinê de serê pêşî bixêrhatina her du şandan kir û piştgiriya xwe bo wan gotûbêjên di navbera her du aliyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê de anî zimên ku di encamê de gihîştin lihevkirinekê û dawî li nakokiyên di navbera xwe de anîn.
 
Ebdulselam Ehmed Serokê Hevgirtina Civata Rojavayê Kurdistanê jî axaftinek pêşkeş kir û tê de behsa hessasiyeta wê qonaxê kir ku pêwîst e aliyên Kurd hevkarî û piştgiriya hev bikin li ser navê berjewendiya bilind a Kurdan bi giştî ku li pêşiya hemû berjewendiyên partîzanî û siyasî ye. Ehmed, herwiha da zanîn ku dilxiroşiya civatê divê li ser navê bipêşxistina Desteya Bilind a Kurd bê derbirrîn.
 
Derbarê beşdarbûna Civata Nîştimanî di Serxwebûna Demkî de jî Ehmet wiha axivî: “Em dê di rûniştinên xwe yên siberojê de li ser vê mijarê gotûbêjê bikin.”
 
Li ser girtiyên siyasî jî Ehmed wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Em dê serdana dezgehên ewlekariyê bikin û dosyeyên girtiyan vekolin. Ger girtiyên siyasî hebin, em dê hewl bidin ku wan azad bikin. Civata me qebûl nake ku tu girtiyên siyasî di zindanan de hebin.”
 
Di civîna çapemeniyê de Tahir Sefok Serokê Civata Nîştimanî ya Kurd jî wiha axivî: “Me li ser pêkanîna lijneyeke serbixwe ku ji 11 kesayetiyan pêk tê li hev kir ji bo pêdeçûna rewşa mafê mirovan li Rojavayê Kurdistanê.”

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim