1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Kurd dê ji bo Cenevre 2 li Amedê kom bibin!
Kurd dê ji bo Cenevre 2 li Amedê kom bibin!

Kurd dê ji bo Cenevre 2 li Amedê kom bibin!

Rêxistina BDP'ê beriya civîna Cenevre 2 amadekariya mîtînga di 18'ê Çile de li Amedê pêk bê dikin. Dê di mîtîngê de peyama "Bila gelê Rojava beşdarî civîna çareseriyê ya Cenevre 2'an bibe" û "Kurdan nas bikin" bê dayîn.

A+A-

AMED - Rêxistina BDP'ê amadeariya mîtînga ku di 18'ê Çile de li Amedê pêk bê dikin. Dê di mîtîngê de peyama "Bila gelê Rojava beşdarî civîna çareseriyê yae Cenevre 2'an bibe" û "Kurdan nas bikin" ji bo civîna Cenevre 2 a ku di 22'e Çile de li Bajarê Cenevre yê Swêdê pêk were bê dayîn. Berî civîna li Cenevre Rêxistina BDP'ê li Stenbol, Amed û Wanê mîtîngên mezin pêk bîne. Li Amedê di 18'ê Çile de dê mîting pêk bê. Tekildarî mîtîngê Cîgirê Hevserokê BDP'a Amedê M. Eşref Mamedoglu, li ser wate û girîngiya mîtîngê rawestiya. Mamedoglu, da zanîn ku ji bo wan ev civîn pir girîng e û beşdariya gelên Rojava dê ren û ruyê civînê biguherîne. Divê kurd bi reng û nasnameya xwe tev li vê civînê bibin." 

Mamedoglu, anî ziman ku gelê Kurdên Rojava dê bi daxwazên xwe ya statuya siyasî tev li civînê bibin û ji ber vê yekê divê hemû gelê kurd di bin baneyekê de bibin yek. 

Mamedoglu, destnîşan kir ku Navenda Giştî ya BDP'ê biryar dayek ku li Amed, Wan û Stenbolê berî civîna Cenevre mîtîngan pêk bîne û kurd destê kurdên Rojava xurt bike û wiha axivî: "Wekî Rêxistina BDP'ê ya Amedê me 250 hezar belavokên destan û 5 hezar afiş û billboard çap kirin. Amadekariya me ya ji bo mîtînga di 18'ê Çile de li qada Îstasyonê pêk bê didome. Em mal bi mal digerin û dixwazin her kesi vehewînin mîtîngê. 

cenevre-2.jpg

Bu haber toplam 1126 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.