• Diyarbakır27 °C
  • Batman23 °C
  • Mardin25 °C
  • Bingöl22 °C
  • Bitlis19 °C
  • Elazığ25 °C
  • Erzincan19 °C
  • Şanlıurfa29 °C
  • Erzurum19 °C
  • Ağrı17 °C
  • Gaziantep24 °C
  • Hakkari15 °C
  • Muş21 °C
  • Siirt24 °C
  • Van13 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Kurdan li ser 3 xalan li hev kirin
24 Aralık 2013 Salı 15:51

Kurdan li ser 3 xalan li hev kirin

Di daxuyaniya ku ji aliyê hevserokê MGRK’ê Ebdulselam Ehmed û serokê ENKS’ê Tahir Sifûk ve hatî dayîn de hat gotin ku herdu encûmenan li ser 3 xalan lihevkirine

Piştî civînên heftiyekê yên di navbera Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, îro daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniya ku ji aliyê hevserokê MGRK’ê Ebdulselam Ehmed û serokê ENKS’ê Tahir Sifûk ve hatî dayîn de hat gotin ku herdu encûmenan li ser 3 xalan lihevkirine. Hevserokê MGRK’ê Ebdulselam Emed da zanîn ku ew bejna xwe li ber şehîdên Rojava ditewînin. 

HEWLÊR –
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê hevserokê MGRK’ê Ebdulselam Ehmed ve hat dayîn. Ebdulselam Ehmed wiha got: “Em bejna xwe li hemberî şehîdên tekoşîna rojavayê Kurdistanê ditewînin. Em silav li YPG’ê dikin. Em sipasiya birêz serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik ku karîn vê gengeşeya di nava herdu encûmanan de rakirin û me karî em îro li vir bicivin.” Ebdulselam Ehmed diyar kir ku hatina wan a Hewlêrê ji bo berjenwendiyên gelê kurd e û wiha pêdeçû: “Ti berjewendî ji yên gelê kurd bilindtir nîne. Hêz û tevgerên kar dikin ji bo berjewendiyên gelê kurd in. Ji bo parastina Rojava kedekî mezin hat dayîn. Ger hinek rexne li Desteya Bilind a Kurd (DBK) dikin ku çalak nebûye, lê di bin siya vê de kar û xebatek hat kirin. Ger rojava ket ferhenga siyasî ya hêzên navneteweyî, ji ber ked û wê berxwedanê ye. Em ligel wê yekê ne biraderên ENKS’ê wekî hêzekî şirîk di DBK’ê de bimînin. Em dikarin li Qamişlo jî rûnin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
Me li ser sê xalan lihev kir
Hevserokê MGRK’ê diyar kir ku hatina wan ji bo sê xalan e û wiha behsa wan xalan kir: “Yek ji bo kongreya Cenevre 2 ye, ji ber ku qonaxeke wê pêşketinên li Sûriyê hemû di nav re derbas bibin. Kurd jî di vê yekê de aliyê sêyemîn in. Ger pirsa kurd di Cenevre 2 de neyê behskirin, ev kongre bisernakeve. Em gihiştin wê baweriyê kurd bi şandekê beşdar bibin û ji hêzên navneteweyî re bêjin kurd li Sûriyê hêza herî rêkûpêk e.”
Serkeftina Rojava ya her çar parçeyên Kurdistanê ye

 

Hevserokê MGRK’ê Ehmed da zanîn ku çavê hemû gelê kurd li wan e û wiha got: “Serkeftina Rojava serkeftina her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ketina me ya di rojava û eniya Serêkaniyê de, wê Hewlêr û Amedê jî bêxe di metirsiyê de. Îro wê DAİŞ û Cebhet el-Nusra li ser sînorê Sêmalka bûna. Bila her kes vê rastiyê di ber çavan re derbas bike. Bihar biha gelê kurd e.”
 

Komîteyek 11 kesî tê avakirin
Sifûr da zanîn ku ne gengaze bêyî guftûgokirin û çareserkirina pirsa kurd Sûriyekî nû were avakirin. Tahîr Sifûk ragihand ku wan li ser sê xalên wekî beşdarbûna di kongreya Cenevre 2 de, vekirina dergehê Sêmalka û dirûstkirina komîteyek ji 11 kesan ji bo parastina mafê mirov, rêxistin, siyasî û civakî bişopîne lihevkirine. 
Serokê ENKS’ê li ser rêveberiya demkî jî ragihand ku wê çareseriyekê ji vê re bibînin, emê di rojên pêş de li ser Peymana Hewlêrê guftûgoyan bikin û em ji bo tiştên biçûk yekrêziyê xirab nakin. 

NÎHAT KAYA/MİHEMED TAHİR
 

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim