1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Kurdan rûniştina Parlamentoya İraqê boykot kir
Kurdan rûniştina Parlamentoya İraqê boykot kir

Kurdan rûniştina Parlamentoya İraqê boykot kir

Parlamenterên Kurd ên li Bexdayê li ser butçeya giştî ya 2014’ê rûniştina îro ya Parlamentoya İraqê boykot kirin û rûniştin jî hat taloqkirin.

A+A-

BEXDA - Endamê Parlamentoya İraqê ser bi Hevpeymaniya Kurdistanê Şêx Fetîh Darûaxayî ji BasNewsê re got: ‘’Biryar bû îro (30.01.2014) axaftin li ser proje-yasaya butçeya giştî ya 2014 a İraqê bê kirin ku bû sedema boykotkirina parlamenterên Kurd. Ji ber ku hejmara yasayî ya parlamenteran jî amade nebûn, rûniştin hat taloqkirin.’‘

Şêx Fetîh wiha axifî: ‘’Em wek parlamenterên Kurd berê di nav xwe de civiyan û me biryar dabû ku eger butçe bi wan kêmasiyan bo parlamento bê şandin em ê boykot bikin. Gelek kêmasî di proje-yasaya butçeya sala 2014’ê de hene, herwiha ji xeynî her 400 hezar bermîl petrol ku divê Kurdistanê bişîne Tirkiyê, hihûmeta Bexdayê bo qutbûna elektrîk û telefonan jî butçeyê dibire.’‘

Bu haber toplam 532 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.