1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li Agiriyê meheke av naherike
Li Agiriyê meheke av naherike

Li Agiriyê meheke av naherike

Li Agiriyê ku şaredarî di destê AKP'ê de ye, di nava hewaya sar û cemedê de, li gelek taxan ava kaniyan naherike û welatî bê av perîşan bûne.

A+A-

 

AGIRΠ- Li Agiriyê bi hatina zivistanê re serma daket bin sifikirê û her derê cemed û qeşa girt. Ji ber sermaya zêde êdî kanî jî naherikin û welatiyên ku nikarin ji malên xwe derkevin ji ber ava kaniyên malên wan naherikin perîşan in. Welatiyên ku ava kaniyên wan cemed girt bertekên xwe nîşanî şaredariya Agirî ya AKP'ê dan. Welatiyên taxa Cezaevî diyar kirin u ava wan qut bûye û perîşan bûne. Welatiyê taxê Ziya Çiftçi, anî ziman ku piştî ava kaniyên wan cemed girt, êdî pir zahmetiyê dijîn û nikarin biçin derve avê bînin. Çîftçî, anî ziman ku ji ber ava kaniyên wan cemed girtiye diçin avê ji mizgeftê dînin û pêdiviyên xwe di nava zahmetiyan de temîn dikin. Çîftçî, da zanîn u piştî çend caran şaredariyê ava wan qut kir, êdî ava wan cedem digire û nikarin cil, firax û serê xwe bişon û perîşan dibin.

'Piştî şaredariyê av qut kir kaniyan cemed girt'

Welatiyê taxê Mehmet Ergul jî şaredarî tawanbar kir û da zanîn ku piştî şaredariyê av ji ser wan qut kir êdî ava wan naherike û kaniyên wan cemed girtin û wiha got: "Êdî em ava vexwarinê jî peyda nakin. Welatiyên ku sewalan xwedî dikin bêtir zahmetiyan dijîn. Ji ber zivistan e em êdî nakarin cilê xwe jî bişopin. " 

Welatiya bi navê Seyran Paliga jî anî ziman ku ew li taxê avê nabînin û êdî nikarin tu pêdiviyên xwe temîn bikin.

agiri.jpg

Bu haber toplam 572 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.