1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li Agiriyê zivistan dijwar e
Li Agiriyê zivistan dijwar e

Li Agiriyê zivistan dijwar e

Li Agiriyê germahiya hewayê di bin sifirê de 25 pile ye. Welatiyên agiriyî yên sewaldariyê dikin, ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê zehmetiyan dikşînin.

A+A-

AGIRÎ - Li Agiriyê germahiya hewayê di bin sifirê de 25 pile ye. Welatiyên agiriyî yên sewaldariyê dikin, ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê zehmetiyan dikşînin.

Welatiyên ku bi sewaldariyê debara xwe dikin, di rojên sar ên dijwar de, ji bo xwedîkirina pez û dewarên xwe pir li ber xwe didin.

Gundiyên guh nadin serma û berfê, ji bo giha û kayê bidin heywanên xwe, hin qadan ji berfê paqij dikin, giha û kayê lê lod dikin û heywanên xwe têr dikin. Ev pergal wiha dewam dike.

Ji gundiyan Yilmaz Ulker, got ku ew bi sewaldariyê debara xwe dikin û ev rojên dijwar ên zivistanê jî mecbûr in ku heywanên xwe xwedî bikin û wiha dewam kir: "Em debara xwe bi sewaldariyê dikin. Herçiqas hewa sar be jî em mecbûr in ku li heywanên xwe miqat bin û wan têr bikin. Bi rastî em çiqas heywanê xwe baş xwedî bikin, xêr û bêra wan jî ewqas zêde dibe. Li herêmê zivistan gelekî dijwar be jî em mecbûr in ku heywanên xwe baş xwedî bikin."

 

Bu haber toplam 659 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.