• Diyarbakır14 °C
  • Batman12 °C
  • Mardin18 °C
  • Bingöl8 °C
  • Bitlis4 °C
  • Elazığ3 °C
  • Erzincan9 °C
  • Şanlıurfa17 °C
  • Erzurum-2 °C
  • Ağrı7 °C
  • Gaziantep16 °C
  • Hakkari7 °C
  • Muş-4 °C
  • Siirt14 °C
  • Van6 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li Amedê berf bi kamyonan tê guhastin
17 Aralık 2013 Salı 11:50

Li Amedê berf bi kamyonan tê guhastin

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bêrawestan lê dixebitin ku barîna dijwar jiyanê berteng neke. Ji bo vê ekîb berfa li bajêr kombûyî bi kamyonan diguhêzin derveyî bajêr.

Li Amedê 6 roj in barîna berfê bandora xwe didomîne, ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê ji bo xelkê bajêr zêde ji ber vê rewşê tengezar nebe xebatên xwe didomîne. Ekîbên Şaredariyê bi 4 makîneyên kar û 8 kamyonan berfa nav bajêr dimalin û vediguhêzin derveyî bajêr. Ekîb li Sûr û Yenîşehra ku trafîk lê zêde ye; li derdora parka Anitê û peyarêkên li derdora nexweşxaneyani rawestgehên otobûs û minûbûsan, ber navendên firoşgehan ji berf û cemedê paqij dikin.   

berf-3.jpg

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Fahrettin Çagdaş, Cîgirî Sekreterî Zulfî Atli û Serokê Beşa Zabiteyê Mehmet Kaya seha cihê xebatê kirin. Çagdaş diyar kir ku xebat bêrawestan berdewam dikin û got, ji bo tengaviyekê ku hawara xwe bigihîninê ev nimrên telefonê bi bîr xistin 0 412 229 48 80 (19 xet) û Alo 153 Belediye, Alo 110 Îtfaiye û Alo 185 DÎSKÎ. 

berf-2.jpg

 

berf-1.jpg

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim