1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Li Amedê di 3 rojên dawî de 4 jin hatin qetilkirin!
Li Amedê di 3 rojên dawî de 4 jin hatin qetilkirin!

Li Amedê di 3 rojên dawî de 4 jin hatin qetilkirin!

Di van sê rojên dawî de tenê li Amedê 4 jin hatin qetilkirin. Rêxistinên jinan gotin ku jina kurd di navbera zîhniyeta nêr û şîddeta dewletê de maye, lê tu carî serî ne tewandiye û bêzar nabe.

A+A-

DİYARBAKIR - Li Tirkeyê ku şîddeta li dijî jinê her roj zêde dibe, di meha yekemîn a salê de 12 jin hatin qetilkirin. Ji wan 4 jin ku li Amedê hatin qetilkirin bandora zîhniyeta şîddeta ku çavkaniya xwe ji dewletê digire careke din radixe ber çavan.  Koordînatora Navenda Şêwîrmendiyê ya Perwerde û Derûniya ya Jiyana ya Yenîşehîr Neslîhan Başak diyar kir ku êrîşên li hember jinê di dema AKP'ê de zêde bûne û wiha got,  "Ji ber dewlet dibe dewleta polîsan qetilkirinên jinan zêde dibin. Di sala 2013'an de  783 jin rastî şîddeta jinan hatin.  Ev ên em dizanin. Ên veşartî jî hene. 214 jin hatin qetilkirin."

'Di qetilkirina jinan de rola medyayê pir e'

Başak di dewama axaftina xwe de got ku dewlet tecawizkar û qatilan diparêze û wiha domand, "Hîn mehek çênebûye ku em ketine sala 1014'an. Di nav van 20 rojan de 12 jin hatin qetilkirin. 6 ji wan jinan li herêma Kurdistanê hatin qetilkirin. Di vê mijarê de para medyayê pir e. Ji ber şîddeta li hember jinê bi nêrîna zilam dide." Başak diyar kir ku pêwîst e jin rêxistinbûn û parastina xwe ya cewherî pêş bixe.

'Li Kurdistanê dewlet li hember jinê şîddetê pêk tîne'

Başak anî ziman ku li herêmê li pişt tacîz û tecawizên li hember jinan leşker, cerdevan û polîs derdikevin û ev polîtîkayeke taybet a dewletê ye. Başak di vê mijarê de ev xusûs diyar kir, "Ez dikarim careke din jî vê destnîşan bikim ku ev wiha naçe. Ji ber dewlet nikare li hember rêxistinbûn û piştevaniya jinan li ber xwe bide."  

'Berhema zîhniyeta nêr e'

Civaknasa Navenda Jin a Ekîn Ceren Ayşe Çaçan jî destnîşan kir ku di civakên ku zîhniyeta nêr xwe li ser pêş xist qirkirina jinan, serweriya li hember bedena jinê  heye. Ev wek berhema zîhniyeta nêr e. 

'Zext wê me pêş bixin'

Çaçan da xuyakirin ku têkoşîna jinan tenê li cihekî namîne û her roj zêdetir pêş dikeve. Çaçan got, Êdî bi tu awayî kes nikaribe têkoşîna jinê bipelçiqîne. Ji bo pelçiqandina têkoşîna jinan gelek êrîş pêk hatin.Komkujiya Parîsê ya qetilkirina sê siyasetmedarên jin wek mînak mirov dikare bêje. Lê belê, bila bê zanîn ku wê ev zext me paşve nexin, berevajî wê me pêş bixin."

(DİHA)

Bu haber toplam 623 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.