• Diyarbakır7 °C
  • Batman5 °C
  • Mardin12 °C
  • Bingöl3 °C
  • Bitlis-2 °C
  • Elazığ4 °C
  • Erzincan0 °C
  • Şanlıurfa11 °C
  • Erzurum-3 °C
  • Ağrı-7 °C
  • Gaziantep10 °C
  • Hakkari-2 °C
  • Muş-3 °C
  • Siirt5 °C
  • Van-1 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li Amedê ji bo sewalên ber berfê xurek dan
13 Aralık 2013 Cuma 10:55

Li Amedê ji bo sewalên ber berfê xurek dan

Ekîbên Navenda Rehabilîtasyon û Venihêrtina Sewalan a Amedê bi îhtimala ku birçî bimînin li park û deverên dî ji bo sewalan xurek danîn arîkên wan. Ekîbên Rehabîlîtasyonê xwe digihînin hawara sewalên ku li gundan bêxwedî dimînin û lêdanê dixwin jî.

Ekîbên Navenda Rehabilîtasyon û Venihêrtina Sewalan a Amedê ji ber ku ev du roj in bêrawestan befr dibare ji bo sewalan xurek danîn nav arîkên wan ên li parkan. Di serî li parkên Anitpark, Parka Newrozê, Parkorman, Goletliparkê ji bo sewalên ku li derve dijîn xurek hate danîn.

Li Fîsê sewalên bêxwedî

Li gundê Fîs yê Lîcê kûjeyê xwedî 6 têjikên 15 rojî ji ber barîna berf û pûkê tengezar bû û ekîbên Şaredariyê xwe gihandin hawarê. Ekîban xwe gihand gund kûje û têjikên wê hildan lê di vegerê de siwareya wan di befrê re asê bû. Bi hawara traktoreke ji gundê Fîsê siwareya Navenda Rehabîlîtasyonê hate rizgarkirin. Kûje û têjikên anîn navendê bi kontrola tenduristiyê hatin sehbêrkirin. Teknîsyenê Beyterî Jêhat Altun, diyar kir ku mak û têjikên xwe ji birçîna ketibûn lê niha ew baş in.

Çûne hawara dêla kangal

Seroka Komela Parastina Sewal û Xwezayê ya Amedê (DÎHAYKO) Sevgî Emekçîler diyar kir ku li şaroşka Ancelîn a bi ser gundê Dumrul a navçeya Sûra Amedê dêlikeka kangal bi tivengê hatiye birîndarkirin. Emekçîler ji bo parastina dêlikê hayê cendirmeyan pê xist û rewş ji Navenda Rehabîlîtasyon û Venihêrtina Sewalan re ragihand. Ekîbên navendê jî xwe gihand şaroşkeya 48 kîlometre dûr û dêlik û sê têjikên xwe anîn navendê û girtin bin kontrolê.  

Gundiyê 70 salî sewal birîndar kir

Seroka DÎHAYKO yê Emekçîler ev bûyer li ser tora civakî parve kir, sewalhezekê ji Edeneyê dêlika birîndar bo dermankirinê veguhaste Enqereyê. Emekçîler da zanîn ku îro destê sibê dêlik miriye. Cendirmeyan jî H.C.yê 70 salî ku ji nêzik ve gule berdaye sewalê tespît kiriye û derbarê wî de karên dadgehî dane destpêkirin.

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim