• Diyarbakır21 °C
  • Batman18 °C
  • Mardin27 °C
  • Bingöl14 °C
  • Bitlis11 °C
  • Elazığ17 °C
  • Erzincan11 °C
  • Şanlıurfa26 °C
  • Erzurum9 °C
  • Ağrı10 °C
  • Gaziantep21 °C
  • Hakkari14 °C
  • Muş12 °C
  • Siirt18 °C
  • Van14 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li Amedê mamosteyê tacîzkar hêj li ser kar e
20 Aralık 2013 Cuma 14:28

Li Amedê mamosteyê tacîzkar hêj li ser kar e

Hat zanîn ku mamoste D.T, ji bo demek kurd ji peyvirê hat dûrxistin û dozger der barê wî dê lêpirsîn da destpêkirin. Lê piştî lêpirsînê bi hinceta "Daxuyaniyên zarokan ne têr e" dîsa mamoste li peyvirê vegeriya.

AMED– Li Semta Seyrantepe ya Yenîşehira Amedê 9 zarokên li Dibistana Seretayi ya Şehiit Başkomîser Fatih Ozdîl dixwendin ji aliyê Mamosteyê Zanistiyên Fenê D.T. ve rastî tacîzê hatin. Zarokên jin ên rastî tacîza mamoste hatin serî li Mamosteya Şêwirmendiyê dan. Mamosteya Şêwirmendê û malbatan jî serî li Navneda Jinê ya Ekîn Cerenê da.Hat zanîn ku di meha hezîranê de xwendekarên dibistanê ku rastî taciza mamosteyê polê hatin serî li Mamosteya Rehbet da. Piştre serî li Dozgeriya Komarêdan û mijar birin dadgehê. Têkildarî tacîza zayendî Dozgerê Komarê yê Amedê serî li îfadeya 9 zarokan da. 
9 zarokan tacîz vegot 
9 zarokên rastî tacîzê hatin jê 3 zarokan diyar kirin ku D.T bi xwe raste rast ew tacîz kirine. Zarokên din jî anîn ziman ku hevalên wan rastî tacîza D.T hatine. Malatan û di meha îlonê de serî li Navenda Ekin Ceren da. Parêzera Navenda Ekîn Cerenê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş, diyar kir ku di Îlonê de serî li wan dan û wiha got: "Bûyerê demek dirêj dewam kir. Piştre xwendekarên dibistanê xwestin li hemberî Mamoste D.T hişyar tev bigerin. D.T îfade da dozgeriyê û got 'Hin caran ez dersan bi pratîk vedibêjim. Ez 21 salin mamoste me. Ez van sûcdariyan qebûl nakim' Li ser vê yekê dozger bi daxwaza girtinê D.T sewqî dadgehê kir. Lê heyeta dadgehê jî bi sedema îfadaya zarokan ne têr û tijeye ye mamoste serbest berda. Navnda Şopandina Zarokan jî îfadeya zarokan girt û wan ji diyar kir ku di derûnî û tevgera zarokan de tiştekî awarte tune" 
'D.T. li dibistanek din dîsa dest bi kar kir'
Îpek Ulaş, da zanîn ku pişti lêpirsin û dozê mamoste D.T. demekê ji peyvire hat durxistin û piştî serbest hat berdan û dîsa li dibistanek din dest bi peyvire kir. Îpek Ulaş, da zanîn ku piştre D.T li temta Ofisê li dibistanek din dest bi peyvirê kiriye û wiha got: "Dê rûniştina dozê di 23'e kanûna 2013'an saet di 10.00'an de li 8'emîn Dadgeha Asliye Ceza bê dîtin. Em bang li her kesî dikin ku tev li rûniştina dozê bibin. 

Civaknasa Navenda Jinê ya Ekin Cerenê jî Ayşe Çaçan jî anî ziman ku kesê li dibistanê di perwerdehiyê de destdirêjî û tacîza zçarokan bike nikare perwerdehiyê bide. Çaçan, anî ziman ku di vê rewşê de nikarin garantiya ku zarokên din jî rastî derstriêjiyê neyên bidin. Çaçan, xwest rewşa zarokan û malbatan li ber çavan bê girtin. Zaroka bi navê H.Ç. ku rastî destdirêjiyê hat ji aliyê malbatê ve ji dibistanê hat derxistin. Çaçan, bang li her kesî kir û xwest her kes di 23'ê kanûnê de dozê bişopkînin û her kesî eleqeder dike. 

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim