• Diyarbakır10 °C
  • Batman7 °C
  • Mardin15 °C
  • Bingöl3 °C
  • Bitlis4 °C
  • Elazığ3 °C
  • Erzincan3 °C
  • Şanlıurfa15 °C
  • Erzurum-8 °C
  • Ağrı-11 °C
  • Gaziantep14 °C
  • Hakkari3 °C
  • Muş-4 °C
  • Siirt10 °C
  • Van4 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li Amedê xebatên ber tengezariya berfê berdewam in
13 Aralık 2013 Cuma 10:53

Li Amedê xebatên ber tengezariya berfê berdewam in

Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Hafîze Îpek û Sekreterê Giştî Fahrettin Çagdaş, ekîbên şaredariyê yên ji ber tengezariya berfa ku ev 40 saet in bênavber dibare bo gel tengezar nebe dixebitin seh kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN -Li Amedê ev 40 saet in bêrawestan befir dibare, li gorî daneyên meteorolojîk ev barîn dê heta sibehî êvarê jî bidome. Ji ber berf û pûkê li bajêr xwendegeh roja Pêncşem û Înê bûn tatîl. Şaredariya Bajarê Mezin ligel şaredariyên navçeyan ji bo welatî ji barînê tengezar nebin bêrawestan dixebitin.

Li navenda koordînasyona ku li Kampûsa Makîne Îkmalê hatiye avakirin zêdetirî 60 makîneyên kar tevî 100 xebatkarên bêrawestan dixebitin. DÎSKÎ jî beşdarî van xebatan bû û ev xebat weke maliştina rêkan û xwê reşandinê dewam dikin. Xebatkarên paqijiyê li peyarêkên ser rêgehên sereke berfê dimalin. Xebatkarên paqijiyê û ekîbên zabiteyên şaredariyên navçeyan jî rêkên nav kolanan paqij dikin. Zabiteya Trafîka Şaredariyê jî bi karê serederkirina raguhastinê mijûl e.

Cîgir Hafîze Îpek û Sekreterê Giştî Fahrettin Çagdaş li cih de sexbêriya xebatan kir. Îpek, da zanîn ku li navenda bajêr li rêgehên sereke tu rêkên girtî tune ne û got, ew xebatên xwe bi şev û roj didomînin. Îpek bang li welatiyan kir ku li siwareyên guhastinê yên tevekî siwar bibin. Îpek, ji welatiyên ku bi siwareya xwe derketine xwest ku li gorî zivistanê zincîr û haletên wesayitan gel xwe bigerînin.

Fahrettîn Çagdaş jî diyar kir ku xebatên wan bêrawestan didomin û ji bo tengaviyan jî ku hawara xwe bigihîninê ev nimrên telefonê bi bîr xistin 0 412 229 48 80 (19 xet) û Alo 153 Belediye, Alo 110 Îtfaiye û Alo 185 DÎSKÎ.  

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim