1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Li bajarên kurda xetera nexweşiyên mêjî
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Li bajarên kurda xetera nexweşiyên mêjî

A+A-

Salê gelek caran diçim welêt. Îsal, serê salê, du mehan li hêla Tora Evdînê û Amedê mam. Çûm serdana gund û bajaran. Ziyareta nas, dost û xizmên xwe. Bûm mêvanê wan, nan û ava xwe bi min re parve kirin.

Di dema serdanê de, taybetî ziyareta nexweşan giring dibînim. Carna doktorên wan li wir in û firsendê dibînim, sohbeta me dibe pirsgirêkên bijîjkî û niqaşa nexweşiyên li herêmê. Paşê dibim mêvanê doktorên nas li muayenexaneyên wan. Axaftina li ser heman mijarê, dema wexwarina qehwe, çay an xwarinê, jî didome. 

Dost nasên li bajaran, gelek caran gazinan ji xwe û ”jibîr kirinê”, ”hiş nemayinê” û ”jibîr çûnê” dikin. Min jî, mîna gelek kesan, gazinên wan, bi ”nîv emir bûnê” û ”pîrbûnê” ve girê dida. Lê dema kesên 40-50 salî jî heman gazin dikir, ez ecêp mayî dimam.

Du roj in, piştî belavkirina nûçeyekê, ez kur kur derbarê heman mijarê difikirîm. Rewşa Kurdistanê, sohbeta bi doktor û dostên xwe anî bîra xwe. Belê, divê mirov qala rastiyekê bike: Gelek ji bajarên kurda bi xeterek cidî hemberî hev in.

Li gorî lêkolîna Zanîngeha Umeåyê (Swêd), li bajarên tesîra gaza (egzoz) timobîlan pir e, xelk bi nexweşiya ”demens” û ”alzheimer” dikevin. Lêkolîna bijijkî li ser 2000 kesan hatiye ceribandin û 15 salan domandine.

Heta niha zanîna li ser tesîra gaza timobîla li qelb, kezep û damaran hatibû bihîstîn. Qala tesîra xirap ji dengê bilind ên timobîla li ser rih û guhê mirov jî dihate kirin. Lê ji ber gazê, nexweşiyên cidî mîna demens û alzheimer nebibû cihê niqaşê.

Li gorî lêkolînê, li navendên bajêr ku konsentrasyonê gazê zêde ye, ji % 40 mirov dikevin ber xetera nexweşiya demensê. Li qiraxên bajêr, pileya nexweşiyê kêm dibe, dadikeve heta % 10-20 an. Bajarên di nav xwezayê, bi xwezayê re lihevkirî ava dibin, dar û şînayî lê pir e, rîska nexweşiyê kêmtir e. Lê bajarên ji betonê hatine pê û bê dar in, rîska nexweşketinê bilind e.

Demens, nexweşiya mêjî ye, jibîrkirinê dihêne pê û konsantrasyonê xirap dike. Bi Alzheimer re hişê mirov namîne, paşê xwewinda kirin û nenasîn dibe encama herî xirap.

Li navenda bajarê Amedê bayê paqij hêdî hêdî şuna xwe dide, gaza egzoza timobîlan. Cihên navendî, kolanên derûdora bedenê, Surê, hêla Ofîsê, aliyê Seyrantepe û gelek deverên din, dema firavînê, ji bîna egzozê pozê mirov dişewite. Heman pirsgirêk, li navenda Mêrdîna kevnare, Nisêbînê, Midyadê, Qoserê û gelek bajarên din jî heye.

Bi baweriya min, wezîfeya cidî dikeve ser milê şaredaran. Divê problemê bibînin, bi doktor û bi berprisên bajêr re li hev bikin, beşek ji kolanên bajêr bikin trafîka yek alî. Hinek kolan û kuçe ji trafîkê re bên girtin, hatin û çûna timobîlan li wir qedexe bibe ku bajar karîbin nefesê bistînin.

Tedbîra duwê, wêrekbûn û biryarbûnê dixwaze. Pêwîst e şaredarî, bê çandina dar û şînayiyê îcazê nedin lêkirina xaniyan û sîteyan. Bi qasî betonê dar jî bilind bibin û park zêdetir bibin.

Pirs cidî ye. Eger, şaredarî pirsê cidî negirin, di demek kin de gaza egzoza timobîlan wê gelek kesan ji serê wan seqet bihêle û bikuje. Anku pêwîst nake xelk bi bombe barankirinê dawiya me kurda bihênin, gaza timobîlan wê wî karî bikin.

Ji min gotin…

 

 

Bu yazı toplam 700 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.